Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Amedê û xizmên windahiyan bi şiyara 'Winda bên dîtin, kujer bên darizandin' her hefte çalakiya rûniştinê li dar dixin. Sekreterê ÎHD'a Amedê Abdulselam Înceoren di çalakiyê de axivî û diyar kir ku, wekî ÎHD û xizmên windahiyan ev 200 hefte ne dixwazin dengê xwe bigihînin raya giştî.
ÎHD 'a Amedê û xizmên windahiyan ev 200 hefte ne li ber Abîdeya Jiyanê ya li parka Koşuyoluyê bi şiyara 'Winda bên dîtin, kujer bên darizandin' çalakiya rûniştinê li dar dixin. Ji bilî rêveber û endamên ÎHD'ê, endamên BDP, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, TUHAD-FED, KESK û ESP jî di nav de gelek kes tevli çalakiyê bûn. Ligel baranê jî tevlîbûna çalakiyê baş bû. Di çalakiyê de pankarta mezin ya ku wêneyên kesên hatine windakirin li ser hebû hate vekirin.
Sekreterê ÎHD'a Amedê Abdulselam Înceoren di çalakiyê de axivî. Înceoren diyar kir ku, ji bo dîtina aqûbeta windahiyan û kujerên wan bên darizandin ev 200 hefte ne çalakiyê li dar dixin û wiha got: "Ligel hemû hewldanên me, hikûmeta AKP'ê bêdengiya xwe didomîne. Ev nêzî 20 salin mirovên me hatin binçavkirin û windakirin. Hemû derî li ser rûye xizmên wan hatine girtin."
Înceoren destnîşan kir ku, xizmên wan her ku derî lê dixe bi hêviyeke mezin derî vedikin û wiha berdewam kir: "Zarakên kesên hatine windakirin bi hêviya ku wê bavê wan rojekê bê li benda hatina bavê xwe ne. Ji bo dawî li vê êşa xizmên windahiyan bê anîn winda bên dîtin û gorekî wan Bê çêkirin."
'DIVÊ DEWLET JI XIZMÊN WINDAHIYAN LÊBORÎNÊ BIXWAZE'
Înceoren destnîşan kir ku, windahiyên ku di salên 90'î de çêbûne, di encama polîtîkaya dewletê de pêk hatine û wiha berdewam kir: "Bi hezaran kes ji hêla peywirdarên dewletê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev kuştin sûcekî mirovahiyê ye. Her tim dewlet serî li rêbaza sergirtina bûyerên bi vî rengî daye. Divê dewlet ji xizmên windahiyan lêborînê bixwaze."
Înceoren bi bîr xist ku, dema van bûyeran di salên 2013 û 2014'an de diqede û wiha dirêjayî da axftina xwe: "Ji van kuştinên hovane re divê dema qedandinê tunebe. Ji ber ku ev bûyer ewqasî girîng in ku mirov nikare bi destê dadgeran re berde. Divê ev sûcê mirovahiyê di demek kurt de bê ronîkirin."
Piştî axaftina Înceoren, Seroka Komîsyona Şaxê Malbatên Windahiyan ya ÎHD'a Amedê Necîbe Guneş Perînçek jî axivî. Perînçek çîroka windakirina Aydin Esmer yê ku di 14'ê îlona 1994'an de piştî çû mala cervenanê gundê Kizilagaç a Mûşê Siracettîn Zengîn û careke din agahî jê nehate girtin vegot. Piştî vegotina çîroka Aydin girse dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Xwişka herdu birayên hev yên bi navê Alî Tekdag û Mehmet Tekdag ên hatin winkarin, Îffet Mutaş çîroka windakirina herdu biralên xwe vegot. Mutaş got ku heta ku derman di çongê wan de hebe ew ê li pey windahiyên xwe bin.