Rêvebira ESP'ê ya navçeya Rezan a Amedê Sevda Yîgît û komek endamên ESP'ê komkujiya Parîsê ya ku li hemberî 3 jinên siyasetmedar ên kurd pêk hat kir û ji gelê Amedê xwestin ku li cenazeyên wan xwedî derkevin.
Rêxistina ESP'ê ya Navçeya Rezan a Amedê ji bo 3 jinên siyasetmedar ên kurd ku li paytexta Fransa ya Parîsê hatibû qetilkirin li ber ACZ Plazayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser hatibûn zeliqadin hat vekirin.
Komê di daxuyaniyê de bê navber silogan "Şehîdên Parîsê nemir in", " şehîd namirin" qêriyan. Rêvebira ESP'ê ya navçeya Rezan a Amedê Sevda Yîgît daxuyani xwend û diyar kir ku ew dizanin komkujî ji aliyê kê ve hatiye kirin û wiha got;
"Hin derdor dibêjin kê ev komkujî pêk anîye? Dibêjin komkujiyeke navxweyî ye. Lê em li vir aşkere dikin ku kê ev komkujî pêk anîye diyar e. Em dibêjin komkujiya Parîsê ji aliyê kê ve pêk hatiye aşkere ye. Kesên dixwazin gelê Kurd di bin metîngeriyê de bimîn, Ugur û Ceylan qetil kirin, komkujiya Roboskî, Mereş û Sêvasê pêk anîn, komkujiya Parîsê jî pêk anîne. Kujer heman kes in."
Yîgît, da zanîn ku di serî de serê jinê têkoşîna azadiyê dimeşîne û melbatên welatparêz ên rêhevalên wan ku şehîd ketine û gelê kurd sax be. Yîgît, ji gelê Amedê xwest li 3 cenazeyên jinên siyasetmedar ên kurd ku dê bên welat bi awayekî xurt li wan xwedî derkevin.