Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, çû serdana esnafên Rihayê û ji bo partiya xwe piştgirî xwest.
ANF
RIHA
çarşem, 29 avrêlê 2015, 11:18
Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, çû serdana esnafên Rihayê û ji bo partiya xwe piştgirî xwest. Baydemîr li navçeya Eyyubiyeyê çû serdana esnafên Pasaja Medîne, bazara erzan a Sûka Akbulut Dergahê. Baydemîr pirsgirên welatiyan guhdar kir. Esnafan da zanîn ku bila AKP bê û bi wan re rû bi rû were.
Namzetê HDP’ê yê Rihayê yê di rêza yekem de Osman Baydemîr li bajar çû serdana esnafan. Esnafan got ku di rewşa ku biçe meclîsê de ji Baydemîr xwestin ku pirsgirêkên wan bê çareserkirin û wiha got: “Em ne ji şaredariyê razîne û ne jî ji rêveberiya niha. Em wek esnaf bi gazinc in. Bila bên bi me re bên rû hev. Kes esnafan guhdar nake. Ger berjwendiyên wan hebin, ew jî hene, ger tinebin, ew jî tinene. Ti xebat tine. Roja şaredar hatiye hilbijartin şûnde me ew nedîtiye. Sîwaneya me çêkiriye, dibêjin me çêkiriye. Gelo tiştekî wisa heye.”
BES E EM ÊDÎ NIKARIN BIKIŞÎNIN
Esnafekî din da zanîn ku bes e ew êdî nekarin derdê wan bikişînin û got: “Rewşa esnafan xerabe. Li piyasayê pel naheje. Lê li gorî wan her tişt baş e. Esnaf ji rewşa xwe ne kêfxweş e, sibe serê mehê ye, esnaf wê çeka xwe çawa bigire. Wê krediya xwe çawa bide. Lê hewcedariya me bi muxalefetek cidî heye. Xweda keda me tine neke.”
Welatiyekî astengdar jî pisgirêkên ku pê re rû bi rû dimîne vegot. Welatiyê astengdar xwest ji bo HDP’ê deng bê dayîn û got: “Me got Erdogan, me cara duyem jî got Erdogan, lê wî çi kir?We çima da tabelayê, we neda vî kesî. Em diçin cem Ekîncî gelek peywirdarên ewlehiyê li dora wî ne. Ez astengdar im, ez wek astengdarekî diaxivim.”
Welatiyê astengdar qerta xwe ya astengdariyê ya ji bo wesayîtên veguhestina komî nîşan da û got: “Wezareta Polîtîkayên civakî ev xistiye berîka min. Ev pirsgirêka min çareser nake. Li vir kontorê te biqede şaredarî te davêje derve. Li Amedê ne wisa ye.”
Osman Baydemîr jî da zanîn ku gel hemû bi gazince û got: “Divê hesabê vê di sidoqan de bê pirsîn. Li vî bajarî muxalefet hebe, bawer bikin wê desthilatdarî jî bixebite, neçar be bixebite.”