Esnafên Nisêbînê ji ber înfaza duh derabeyên xwe nevekirin

Esnafên Nisêbînê ji ber înfaza duh derabeyên xwe nevekirin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê esnafan ji ber înfazkirina gêrîlayê HPG'ê yê duh ji aliyê tîmên taybet ve pêk hat şermezar bikin, dikanên xwe venekirin û xwendekar jî neçûn dibistanan.

Duh yekîneyên midûriyeta polîsan û tîmên taybet piştî nîvro li taxa Selehattîn Eyûbî di ser malekê de girt. Di serdegirtina malê de di navbera tîmên taybet û tê îdîakirin gêrîlayê HPG'ê ye şer derket. Di şer de ku tê îdîakirin gêrîlayê HPG'ê jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê ji bo şermezarkirina înfaza duh, îro welatî ji malên xwe derneketin û esnaf neçûn ser kar. Ji bilî dermanfiroş û firinan her der girtî ye û li nava kolan û taxan bêdengî serdeste. Polîsan jî li ber avahiyên dewletê tedbîr girtine û bi panzeran li nava kolanan digerin. Li aliyê din xwendekar jî neçûn dibistanan û ders boykot kirin. Ajokaran jî wesayîtên xwe bikar ne anîn.