Esnafên navçeya Gimgimê ya Mûşê bi armanca şermezarkirina qetilkirina siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li paytextê Parîsê ya Fransayê dikanên xwe venekirin.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê esnafan bi armanca şermezarkirina qetilkirina siyasetmedarên Kurd ên jin ên li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî dermanfiroşên nobedar û firinan hemû kargeh girtîne û dê di demjimêr 12.30'an de daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.