Eşîrên kurdan ên li Rojava li hev dicivin

Eşîrên kurdan ên li Rojava li hev dicivin

Eşîrên kurdan ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi armanca ku yekîtiya xwe ava bikin, dê di 21’ê Sibatê de di bin çavdêriya Desteya Bilind de civînek berfireh li dar bixin. Di civîna ku dê hemû pirsgirêkên eşîran bêne nîqaşkirin de, wê komîteyeke ku dê temsîliyeta hemû eşîran bike jî bê avakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî partî û rêxistinên siyasî, eşîrên kurdan jî ji bo avakirina yekîtiya netewî de di kevin nava hewldanan. Di vê çarçoveyê de hemû eşîrên kurdan ên herêma Cizîrê (Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tiltemir) ya Rojavayê Kurdistanê bi armanca yekîtiya eşîran û çareserkirina pirsgirêkan wê civînek berfireh lidar bixin.  

Di civîna ku dê yekîtiya eşîran, aştiyek mayinde û pêşxistina rewşa aramî bê nîqaşkirin de, her wiha wê li ser pirsgirêkên aborî û jiyanî yên ku civakê dixin nava tengasiyê û lêgerîna ji bo bidawîkirina ambargoyê jî bê rawestîn.

Di civînê de mijara herî girîng a ku dê li ser bê rawestîn jî, pêşxistina danûstandin û diyaloga di navbera hemû pêkhateyên herêm Cizîrê ye. Bi vê armancê tê hedefkirin ku di civînê de li ser navê hemû eşîrên kurdan komîteyek bê avakirin.

 Civîna ku wê biratiya kurd û ereban, her wiha pêşîlêgirtina fitneyan jî bê niqaşkirin, wê 21’ê Sibatê roja pênşemê saet di 10.00’an de li Salona Dawetan a Heliz a li gundê Birêva yê girêdayî bajarê Amudê bê lidarxistin.

Di civînê de wê li ser van xalan nîqaş bêne meşandin:

1- Rewşa Cizîrê û çareseriya pirsgirêkên gelên kurd, ereb, çerkes, çeçen, ermenî, suryanî, asurî, keldanî

2- Di warê olî û mezhebî de têkoşîna li dijî nîjandperesetî û cudaxwaziyê

3- Têkoşîna li hemberî hewldanên ku netewan diêşînin

4- Çareseriya ji bo pirsgirêkên civakî yên wekî revandin, dizî, talankirin û hwd.

5- Avakirina komîteyek ku temsîla hemû eşîran dike.