Ermeniyên Dêrsîmê îro li Hanau dicivin

Ermeniyên Dêrsîmê îro li Hanau dicivin

Komeleya Alîkariya Civakî û Baweriyê ya Ermeniyên Dêrsîmê (DERSÎYAD) îro dê li bajarê Hanau ya Almanyayê di çalakiya bi navê ‘hevdîtna ermeniyê Dêrsîmê ya Frankfurt-Hanau’ de bên cem hev.

Di daxuyaniya ku ji aliyê komeleyê de hate de wiha tê gotin: “Me di zehmetiyên mezin de xwe di bin DERSIYAD’ê de bi rêxistin kir û komeleya xwe ava kir. Hedefa yekemîn me kampanyaya xwe bi netewa xwe re naskirin da destpêkirin. Dema me ev kir, pêşî me xwe ji parçekirinê dûr xist. Em bi rastiya dîrokî ya nasnameya xwe re rûhev hatin. Me rê li ber rûhevhatina şaşiyan vekir. Ligel ku em bi derewên li dora xwe re rû hev hatin jî me derfetên bi derdora xwe re rûhevhatinê pêşkêş kir.

DERSIYAD’ê da zanîn ku ew wekî ermeniyên Dêrsîmê dê bi nasname, nav û baweriya xwe ya rast bijîn û wiha gotin: “Komele qadeke girîng ya xebatê ye. Di heman demê de zemîneke civakî ya girîng e. Hewcedariya vê qadê bihêzkirina hebûn, biryar û hişmendiya me heye. Heta ji destê me bê em ê xebatên xwe yên çandî pêş ve bibin. Di nava xebatên komeleyê gelek berhem ji Ermenkî hatine wergerandin.