Hate ragihandin ku, gêrîlayên HPG’ê êrîşî Fermandariya Cendirmeya ya navçeya Payîzavaya Wanê kirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, komek ya gêrîlayên HPG’ê di demjimêr 21.50’an de bi çekên lûle dirêj êrîşî Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê kirin. Di dema êrîşê de di navbera gêrîlayan û leşkerên artêşa Tirk de pevçûnek dem kurt rû da, nehat hînbûn ku di êrîşê de mirî û birîndar hene yan na.