Êrîşên komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê hewil didin bikevin Serêkaniyê didomin. Komên çete yên vêcarê hewildan bikevin gundê Kisra yê li ser rêya Serêkaniy Dirbêsiyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiv da û êrîşa komên çete paşve bir.
Di encama bersivdayina şervanên YPG'ê de komên çete yên xwestin bikevin gundê Kisra Serêkaniyê gelek kuştî û birîndar dan. Komên çete neçar man ku paşde vegerin.