Êrîşên li Edene û Mersînê li Parîsê hatin protestokirin
Li ser banga Koordînasyona HDP'ê ya Fransayê bi sedan koçberên Kurdistanî û Tirkyeyî li paytext Parîsê bi meşekê êrîşên bombeyî yên li hemberî HDP'ê şermezar kirin.
ANF
PARÎS
sêşem, 19 gulanê 2015, 07:20
Li ser banga Koordînasyona HDP'ê ya Fransayê bi sedan koçberên Kurdistanî û Tirkyeyî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê, saet di 18:00 de civiyan.
Girseya gel, êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên Mersîn û Edeneyê protesto kir û bi pankarta bi nivîsa "Bombeyen we nikarin me bitirsînin, em hemû HDP'yî ne" ber bi Gare de I'Est ve meşiyan. Girseya gel a alên HDP'ê hilgirt bê navber dirûşmên "Em hemû HDP'yî ne" qîriya.
Li ber Postaxaneya Gare de I'Est, ji ber xwepêşandana bê destûr hat kirin, demekê bi polîsan re bazarî hat kirin. Li vir li ser navê HDP'ê Yûsûf Şahîn û li Hevseroka CDK-F Şukran Akdogan axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê bi dengan re bersiv ji êrîşan re were dayîn.
Dûre polîsan destûr dan girseyê ji bo ber bi Bonne Noûvelle ve bimeşe. Girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan gihîşt Bonne Noûvelle. Li vir jî li ser navê HDP Fransayê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berpirsyarên sereke yên êrîşê Serokkomar Erdogan, Serokwezîr Davûtoglû û hikûmet bi xwe ye.
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan li vir ji gel re axivî. Ceylan got, "HDP partiya Mazlûman, Zîlanan, Denîzan, Îbrahîm Kaypakkayayan û Pîr Sûltanan e. Vê xeta berxwedanê HDP afirand. Êrîş û provokasyonên bi vî rengî nikarin pêşî li vê meşê bigirin. Berpirsyar li ber çavan e." Ceylan ji gel xwest ku li ser sindoqan bersiv were dayîn.