Êrîşên li dijî HDP'ê didomin
Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê êrîşên li dijî HDP’ê bê navber didomin.
Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê êrîşên li dijî HDP’ê bê navber didomin.
Li Elezîzê 2 buroyên hilbijartinê yên HDP’ê û wesayîta wan a hilbijartinê rastî êrîşê hat.
Li Taxa Aksaray a Elezîzê di saetên dereng ên şevê de buroya hilbijartinê ya HDP’ê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve, rastî êrîşa bi keviran hat. Camên buroyê hatin şikandin.
Dîsa di heman saetan de li Taxa Fevzî Çakmak, alên li ber buroya hilbijartinê jî hatin daxistin û şewitandin.
Duh di saetên êvarê de saet li dora 20.00’an de wesayîta hilbijartinê ya HDP’ê ya li Cadeya Gazî, rastî êrîşa bi kevir a komekê hat. Kesek di êrîşê de birîndar nebû, lê di buro û wesayîtan de xesar derket.
Rêveberên HDP’ê li ser agahdarkirina polîsan bi bûyerê hesiyan û têkildarî mijarê li Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê gilî kirin.