Êrîşa li Amedê li Bîelefeldê tê şermezarkirin
Êrîşa bombeyî ya li Amedê li hemberî mîtînga HDP'ê hat kirin, li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi xwepêşandanekê tê şermezarkirin. Çalakî di van kêliyan de jî dewam dike.
Êrîşa bombeyî ya li Amedê li hemberî mîtînga HDP'ê hat kirin, li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi xwepêşandanekê tê şermezarkirin. Çalakî di van kêliyan de jî dewam dike.
Êrîşa bombeyî ya li Amedê li hemberî mîtînga HDP'ê hat kirin, li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi xwepêşandanekê tê şermezarkirin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Bîelefeld û derdora wê dijîn, li ber Hauptbahnhofê kom bûn.
Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin de, tevî parlamentera eyaleta Hambûrgê ya Die Linke Cansû Ozdemîr û parlamenterê federal Selîm Dagdelen bi qasî 350 kes amade ne.
Di xwepêşandana bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, êrîş bi tundî hat şermezarkirin û piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn.
Xwepêşandan dewam dike.