Êrîşa DAIŞ'ê ya li Şengalê hat şikandin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li gundên Şengalê hat şikandin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin, 3 pêşmerge jî birîndar bûn.
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li gundên Şengalê hat şikandin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin, 3 pêşmerge jî birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê saet di 05:00 de de ji pênc aliyan ve êrîşî gundên Şengalê kirin.
Êrîşa ku bi 16-17 wesayîtan ji aliyê gundê Werdiye ve hat kirin, li gundê Girê Şîn veguherî şer.
Êrîşên çeteyan bi piştgiriya balafirên şer ên kaolîsyonê, danê nîvro hatin şikandin. Di şer de 7 çete hatin kuştin, 3 pêşmerge jî birîndar bûn.
Her wiha dozerek, wesayîteke zirxî ya çeteyan û gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatin desteserkirin.
Wekî din, balafirên şer ên koalîsyonê li dora gundê Til Izêr, bombe li konvoyeke çeteyên DAIŞ'ê barandin û di encamê de 12 wesayît rûxandin.
Li ser kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê, agahiyeke zelal bi dest neket.