Êrîş li Amedê li Dortmûndê hat protestokirin

Êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, li bajarê Elmanya Dortmûndê hat protestokirin. Di mîtînga ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rozerîn û Navenda Civaka Kurd hat lidarxistin de bi sedan kes amade bûn.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan saet di 14:00 de li Meydana Reîgoldkîrche civiyan û alên HDP'ê vekirin, dirûşmên "Bijî HDP", "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG", "Kujer Erdogan", "Hesabê vê komkujiyê wê were pirsîn", "Em HDP diçin Meclîsê" hatin qîrîn.

Girseya gel a li meydana herî qelebalix ê bajêr civiya, deqeyeke rêz girt. Piştî rêzgirtinê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Medenî Ak, li ser navê Meclîsa Jinê ya Rozerîn Aysel Kaymaz, nûnerên DÎDF, Jinên Koçber û Hevserokê FEDA'yê axivîn. Jinan dan xuyakirin ku rêya hesabpirsîna ji komkujiyê, di dengdayîna îro de xwedîderketina li HDP'ê û dayîna dengan ji bo HDP'ê ye. Di çalakiyê de her wiha belavoka li ser mijarê bi Elmanî hatibû amadekirin, hat xwendin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan, em ê te nekin serok" bi dawî bû.

...