Ergîn: Parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin

Ergîn: Parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn, li aliyekî dibêje tu ferqa Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û girtîgehên din tune, li aliyê din destûr nade ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biçe Îmraliyê. Lê parêzerên ku karibin diçin Sîncanê nikarin biçin Îmraliyê. Malbat dikarin biçin Îmraliyê, lê parêzer nikarin biçin Îmraliyê.

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn beşdarî weşana zindî ya NTV'yê bû û mijarên di rojevê de nirxandin. Wezîr Ergîn, niqaşa guhdarkirina ofîsa Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan nirxand û diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê têkoşîn jî zehmet bû û wiha got: "Em wekî saziyên rêvebirin û qanûndanînê bi vê yekê re di nava têkoşînê de ne. Em dê piştî lêpirsîna edlî û îdarî de li wêneyê ku derketiye pêş binerin.

Ergîn, li ser rapora der barê Ozal de hatiye amadekirin jî axivî û wiha got:

"Di bedena her kesî de maddeya toksît heye. Ya girîng mirina wî girêdayî wê maddeya toksîtê ye ya na. Lêpirsîn tenê girêdayî rapora otopsiyê nehatiye vekirin. Ger ku delilên xurt di destê dozger de hebin dê dozê veke.

Wezîr Ergîn, diyar kir ku şert û mercên Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîgeha Tîpa F a Sîncanê yek e wiha berdewam kir: "Li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ya Enqereyê çi dibe li Îmraliyê jî heman tişt dibe. Bi malbatan re hevditin dibe li wir jî bi malbatan re hevditin dibe. Lê nabe ku bi parêzeran re hevditin pêk bê. Ji bo em pirsgirêkan biçûk bikin, dewlet hemû enstrumanên hewce dibîne bikar tîne. Ji ber vê yekê jî hevdîtin çênabe."

Ergîn, îdîa kir ku 700 girtiyan ji bo cuda bên hiştin serî li wan daye û îdîa kir ku girtiyên dixwazin cuda bên hiştin dixwazin serbixwe tevbigerein.

Ergîn der barê bûyera li ODTU jî axivî û li aliyekî got azadiya îfadayê heye li dijî tundiyê derket. Li aliyê din jî got polîs ji bo ewlehiyê li dijî tundiyê çi hewçe be dê bikin û peyvira xwe bicih bînin û êrîşa polîsan a li hemberî xwendekaran parast.

Ergin, da zanîn ku hêj lêpirîna Roboskiyê berdewam dike û hêj agahiyên teknîk kom nekirine.