Erdogan Talabanî vexwend kongreya AKP’ê

Erdogan Talabanî vexwend kongreya AKP’ê

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî vexwend kongreya xwe. Lê nehat zanîn dê Talebanî beşdar bibe an na.

Li gorî nûçeya Pukmediayê, AKP’ê bi rêya balyozê Tirk ê Iraqê Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî vexwend kongreya xwe. Hat ragihandin ku di lîsteya ji Iraqê hatiye vexwendin de 11 kes hene. Lê nehat zanîn ka Talebanî dê beşdar bie an na.

Hêjayê gotinê ye ku AKP’ê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî vexwendiye kongreya xwe. Li gorî hin çavkaniyên nêzî Serokatiya Herêma Kurdistanê dê Barzanî beşdarî kongreya AKP’ê bibe.