BI DÎMEN

Erciyes: Komkujiya Enqereyê, heta tola wê bê hilanîn wê neyê ji bîr kirin

Erciyes têkildarî komkujiya Enqereyê axivî û got, "Eger hûn aştî, demokrasî û biratiya gelan bixwazin, bersiva hikûmetê jî wê komkujî be."

Endama Koordînasyona KJK'ê Emîne Erciyes da xuyakirin, ku li şûna şînê, berxwedan divê û got, "Ti hêzeke faşîst nîne, ku karibe li ber berxwedana gelan bisekine."

Erciyes da xuyakirin, ku ev komkujî yekser bi destê AKP'ê hatiye kirin û got, "Em di salvegera yekemîn a komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de ne. Bi vê wesîleyê, hemû şehîdên aştî, demokrasî û azadiyê yên li vir jiyana xwe ji dest dan e bi rêzdarî bibîr tînim û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Bêguman ev komkujî ji aliyê dîroka Tirkiyeyê û têkoşîna azadî û demokrasiyê ve bûyere nayê ji bîr kirin, bûyereke ku heta tola wê neyê hilanîn nayê ji bîr kirin e.

Tevî ku hat gotin bi destê DAIŞ'ê hatiye kirin jî ev komkujî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatiye plankirin û pêkanîn. Di hedefa komkujiyê de hêzên demokrasiyê hebû. Ji xwe armanca bingehîn a mîtîngê mîtînga aştiyê bû. Lewma bi vê komkujiyê re hewl hat dayîn derb li daxwaza aştiyê bê xistin. Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêrin dibînin, ku li dijî daxwazên azadî û demokrasiyê komkujiyên bi vî rengî timî hatine kirin. Di çalakiyên 1'ê Gulanê de ku karkeran mafên xwe dixwestin; di 1'ê Gulana 1977'an de kmkujî hat kirin, li Madimakê, li Mereşê li dijî Elewî û rewşenbîran komkujî hat kirin. Di dîroka Tirkiyeyê de her tim bi komkujiyan hewl hatiye dayîn çavên demokratan, rewşenbîr û azadîparêzan were tirsandin."

Erciyes da zanîn, ku komkujiya Enqereyê asta herî bilind a van komkujî û êrîşan e û wiha dewam kir: "Ya radest dema mirov sala 2015'an dinirxînin, dibînin ku AKP'ê li dijî gelan şer îlan kiriye. Ev yek ewilî li Amedê bi komkujiya li mîtînga HDP'ê dest pê dike. Piştre bi komkujiya Pirsûsê re dewa kir û komkujiya Enqereyê jî bû asta herî bilind a vê yekê. Li pêşberî daxwaza azadî, aştî û demokrasiyê ya gelan, eger hûn aştî, demokrasî û biratiya gelan bixwazin, bersiva dewlet bide komkujî ye. Xwestin derbê li têkoşîna azadiyê bixin. Bêguman divê ev yek jî were gotin; Li Tirkiyeyê faşîzmek heye ku tê sorkirin. Gavên destpêkê yên vê faşîzmê jî bi van komkujiyan re derketin holê. Du rêbaz hene ku faşîzm li dijî civakê bi kar tîne û hewl dide civakê bîne ser rêya xwe: Ya yekemîn qirkirin û komkujî ye, ya din jî asîmîlasyon û şibandina xwe ye. Afirandina mirovê yek tîpî. Bi komkujiyan re hewl dide dengê gel bibire, bitirsîne û bi asîmîlasyonê re bi temamî teslîm bigire."

Erciyes da xuyakirin, ku weke tevger û têkoşîna azadiyê, bêguman ew ê hesabê van komkujiyan bipirse û got, "Xwîna mirovên li vir şehîd bûn wê li erdê nemîne. Têkoşîna me wê li ser vê bingehê heta hilanîna tola wan, dewam bike. Lê belê lingê duyemîn ê vê yekê jî berxwedana gel bi we ye. Piştî ku ev komkujî bû, dirûşmeyek dihat qîrîn; 'ne şîn, berxwedan divê'. Di serî de xizm, dost û hevalên mirovên di komujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hemû alîgirên azadî, aştî û demokrasiyê divê li gorî vê dirûşmê tevbigerin. Ev yek jî 'berxwedan, berxwedan, berxwedan' e. Berxwedan wê bi ser bikeve. Ti hêza faşîst nikare li ber berxwedana gelan bisekine."