Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) kongreya xwe ya duwemîn pêk anî û diyar kir ku ji bilî Komîteya Pispor a Leşkerî ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd (DBK) nabe tu hêzên din ên leşkerî bên avakirin.
Berdevkê Desteya Kurd a Bilind û endamê Rêveberiya ENKS’ê Ehmed Silêman derbarê Kongreya Encumanî Niştimanî Kurdî de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku nûçeyên ku dibêjin ku di kongreyê de biryar hat standin ku ji Komîteya Leşkerî ya girêdayî Encumenê were avakirin deriwandin. Her wiha Silêman diyar kir biryara wan di kongreyê de standin ku tu komîte ji bilî Komîteya Pispor ku girêdayî Desteya Bilind a Kurd nayê qebûlkirin.
Derbarê kongreya Meclisa Niştimanî Kurdî de, ku 2 rojan berdewam kir de, Ehmed Silêman da zanîn ku di kongreyê de de gelek xalên giring hatin nîqaşkirin. Ehmed nûçeyên ku hatin belavkirin ku Encûmena Niştimanî Kurdî wê Komîteya Pispor ya girêdayî Encumenê ava bibe derewand û wiha got:
'' Kongreya me 2 rojan dewam kir xalên girîng di kongreyê de htain nîqaşkirin em ê di demên pêş de bi raya giştî re parve bikin. Lê derbarê nûçeyên ku dibêjin Komîteya Pispor ya girêdayî Encumena Niştimanî Kurdî dê were îlankirin ne rastin. Me biryar di kongreyê de da ku 5 endam cihê xwe di Komîteya Pispor ya ku di bin Sîwana Desteya Kurd a bilind bin girt. Ji ber ku çênabe tu komên çekdar ji bilî vê hebin. komên ku hene divê cihê xwe di Komîteya Pispor ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd de bigirin. Jixwe me di kongereya xwe de jî biryara ku 2 hêzên çekdar ne mumkine li Rojavayê Kurdistanê hebin ,ji hebûna 2 hêza dibe ku rê li şerê navxweyî veke.''
Berdevkê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman diyar kir ku Yekîneyên Parastina Ge(YPG) ji di nava Komîteya Pispor ya Girêdaye Desteya Bilind a Kurd cihê xwe digre. Her wiha da zanîn ku Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo jê xwest ku tevlî kongreya Encumanî Niştimanî kurdî bibin.
Silêman got:''Bi rastî di kongreya berfireh ya YPG'ê de biryar hate standin ku ew ne hêza meclisek yan partiyekê bi tenê ne. Lê belê ew hêza hemû gelê Rojavayê Kurdistanê ne. Berî kongreya me Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemû ji min xwest ku tevlî Kongreya Meclisa Niştimanî kurdî bibin. Hemo ji min xwest ku YPG'ê beşdarî Kongreya Meclisa Niştimanî kurdî bibin, wek endam yan wek mêvan. Lê bi rastî ji ber dem pir teng bû, me nikarîbû biryara hevbeş bistendana''.