Eniya Paratina Jin a Şehba: Êrîşên çeteyan hat şikandin; 2 çete hatin kuştin
Eniya Paratina Jin a Şehba diyar kir ku hêzên wan êrîşa çeteyan şikand û di encamê de 2 çete hatine kuştin û gelek birîndar bûne.
Eniya Paratina Jin a Şehba diyar kir ku hêzên wan êrîşa çeteyan şikand û di encamê de 2 çete hatine kuştin û gelek birîndar bûne.
Eniya Parastina Jin a Şehba bi daxuyaniyekê ve ji raya giştî re eşkere kir ku hêzên wan di 13`ê Cotmehê de êrîşa çeteyan a li ser gundê Um El-Qure têk birine.
Eniya Parastina Jin a Şehba di daxuyaniyê de got ku çeteyên DAIŞ`ê roja 13`ê Cotmehê hewl dane ku êrişî nuqteyên şervanên wan ên li gundê Um El -Qura bikin û wiha pê de çû:ʺLê, hêzên me ji bo şikandina êrişên çeteyan li hin cihên ku wekî xeta di navbere me û çeteyan de ye, mayin bi cih kiribûn.ʺ
Di berdewamiya daxuyaniyê de Eniya Parastina Jin a Şehba got ku dema çeteyan hewl dane ku xwe nêzî nuqteyên hêzên wan bikin, mayinên ku ji aliyê şervanên wan hatibûn danîn bi çeteyan teqiyane. Di encamê de 2 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Eniya Parastina Jinan a Şehba di dawiya daxuyaniyê de wiha got:ʺEm wekî Eniya Parastina Jinan a Şehba soz didin gelê xwe ku em ê li ser rêya şehîdên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo herêma Şehba û tevahiya Sûriyeyê ji çeteyan rizgar bibe wê her dem hêzên me hişyar bin.”