Endamên PYD'ê 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' digirin
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku çalakiya herî demdirêj a Kurdan e, her hefte bi komên nû dewam dike. Di çalakiya li Strasboûrgê de ku ket roja 1055'an, vê hefteyê ji aliyê endamên PYD'ê ve tê meşandin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku çalakiya herî demdirêj a Kurdan e, her hefte bi komên nû dewam dike. Di çalakiya li Strasboûrgê de ku ket roja 1055'an, vê hefteyê ji aliyê endamên PYD'ê ve tê meşandin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku çalakiya herî demdirêj a Kurdan e, her hefte bi komên nû dewam dike. Di çalakiya li Strasboûrgê de ku ket roja 1055'an, vê hefteyê ji aliyê endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê meşandin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir ket hefteya 151. Koma PYD'yî ya roja Yekşemê nobed dewir girt, bal kişandin ser rola dîrokî ya Ocalan û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî wî û ji bo berxwedana Rojava û hilbijartinên 7'ê Hezîranê bang kirin.
Li ser navê komê Nûnerê PYD'ê yê Belçîkayê Koçer Hesekê da xuyakirin ku azadiya Ocalan ji bo wan wezîfeyeke girîng e. Koçer Hesekê anî ziman ku wan heta niha bi sedan belavok û broşur belav kirine û berisv dane pirsên mirovên li derdorê.
'DIXWAZIN PÊŞÎ LI BELAVBÛNA NÊRÎNÊN OCALAN LI NAVA GELAN BIGIRIN'
Nûnerê PYD'ê der barê sedema tevlîbûna xwe li çalakiyê got, "Rêber Apo jî weke lîderê gel wê azad bijî. Li hemberî nêrînên Ocalan ên ji bo gelan destnîşan kiriye, li Rojhilata Navîn êrîşeke cidî heye û hewl tê dayîn ku pêşî li belavbûna van nêrînên Ocalan li nava gelan were girtin. Lê belê gelê me wê xwedî li xweseriya demokratîk derkeve. Û me ev yek kirine armanca xwe, mîna hemû gelan ji bo jiyaneke azad em ê hewldanên xwe dewam bikin."
Hesen Efrîn ê ji Strasboûrgê beşdarî çalakiyê bûye destnîşan kir ku bi saya têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Ocalan re, Kurd îro li nava gelên cîhanê gihîştiye asteke girîng.
Efrîn anî ziman ku tevahiya gelê Kurdistanê li berxwedanên li çar parçeyên Kurdistanê xwedî derdikeve û bibîr xist ku berxwedanên ji Mahabadê heta Şengalê, ji Bakurê Kurdistanê heta Kobanê ji xwedîderketineke hevpar re şahidî kirine. Efrîn di vê xwedîderketinê de bal kişand ser rola Ocalan û got, "Di van hemûyan de rola Serok Apo gelekî mezin e. Bi nêrîn û felsefeya wî re yekîtî di nava Kurdan de pêk hat. Em ê xwedî li nêrînên wî û hemû şehîdên xwe derkevin."
OCALAN Û GELÊ KURD MÎNA 'GOŞT Û NEYNÛKÊ' NE
Ji endamên Meclîsa PYD'ê ya Belçîkayê Mesûd Efrînî jî destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd û nêrînên Ocalan hev du gelekî baş temam dikin û got, "Eger peyv di cih de be, mîna 'goşt û neynûkê' ne."
Mesûd Efrînî bal kişand ser berxwedana dîrokî ya li kantonên Rojava û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li kîjan devera cîhanê êrîşên bi vî rengî hebûya, dibe ku tine bibûya. Lê belê li Rojava, tevî ku dora wê bi temamî girtiye jî berxwedaneke cidî nîşan da. Mîna li Serêkaniyê yan jî herî dawî li Kobanê, berxwedanek 6 mehan dewam dike, tê meşandin. Mîna ku Arîn Mîrxan nîşan da, bi sedan mirovên me xwe feda kirin, ev dorpêçî şikandin. Û têkoşîna me heta azadiya misoger wê dewam bike."
'MÎNA TÊKOŞÎNA LI ROJAVA, LI BAKUR JÎ TÊKOŞÎN JI BO HILBIJARTINAN TÊ DAYÎN'
Endamên PYD'ê şervanên YPG/YPJ'ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê li hemberî barbariya DAIŞ'ê têdikoş in silav kirin û ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî bang li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin. Çalakgeran her wiha ji Kurd, Tirk û demokratên li Ewropayê dijîn re gotin, "Em hêvîdarin wê (HDP) bi ser bikeve. Dixwazin dengê xwe bibirin. Ji ber vê yekê bi taybetî banga me li mirovên me yên li Ewropayê dijîn ew e ku xwedî li vê têkoşînê derkevin. Bila her kes destekê bide. Em hêvîdar in ku wê li Bakurê Kurdistanê jî serketineke girîng bi dest bikeve."
'DIVÊ KONGREYA NETEWEYÎ BICIVE'
Çalakgeran herî dawî dan xuyakirin ku girînge Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bicive û ev kongre ji bo Kurdan di asta dîrokî de girîng e.
Çalakiya Nobeda ji Ocalan re Azadî, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber dewam dike.