Heyeta KCD'ê ya di nav de endamên Lijneya Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementerên BDP'ê Ozdal Uçar û Mulkiye Bîrtane heyî ji bo “têkildarî geşedanên Rojhilata Navîn nêrînên KCD'ê bînin ziman û geşedanên Rojavayê û girîngiya konferansa neteweyî bînin ziman” çûn Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê
KCD'ê têkildarî serdanê daxuyaniyek nivîskî da û diyarkir ku, Endamên Lijneya Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk parlementer Birêz Ozdal Uçar û Mulkiye Birdane û 4 endamên Meclîsa Daîmî ji bo serdana Başûrê Kurdistanê çûne Hewlêrê.
KCD’ê ragihand ku, "Di 13'ê kanûnê de endamên Lijneya Koordînasyona Kongreya me û parlementerê Birêz Ozdal Uçar û Mulkiye Bîrtane û 4 endamên Meclîsa Daîmî ji bo Herêma Federal a Kurdistanê ziyaret bikin dê biçin Hewlêrê. Armanca heyetê têkildarî geşedanên Rojhilata Navîn nêrînên KCD'ê bînin ziman û geşedanên Rojavayê û girîngiya konferansa neteweyî bînin ziman e. Ligel vê yekê rageşiya di navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmet Iraqê de pêk tê jî dê bê rojevê. Di vê çarçoveyê de dê gelek hevdîtinan pkê bînin. Ger dê di navbera 13-20'ê kanûnê de pêk tê."
Di heyetê de wekîlên BDP'ê Ozdal Uçer, Mulkiye Bîrtane, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Şaredara Bismêlê Cemîle Emînoglu, endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê Osman Ozçelîk û Vedat Çetîn cih digirin. Heyet dê bi Serokê Hikûmeta Herêmê Mesut Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî, navenda KDP û YNK'ê, Tevgera Goran, Hîzbu Suî, Yekgirti Îslam, Komala Îslam, Hîzbî Zahmetkeşan, PÇDK, Desteya Bilind a Kurd (KYK), Yekîtiya Parlementeran, Kampa Mexmurê û Saziyên Hukmuyê Kurdistan re hevdîtin pêk bînin.