BI DÎMEN

Endamê Meclîsa Babê: Balafirên Tirk bombe li sivîlan barandin

Di êrîşa balafirên şer ên Tirk de li herêma Babê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Endamê Meclîsa Babê Mihemed Ebdulrezaq got, "Bi zora artêşa Tirk çû ku me li DAIŞ'ê xist."

Endamê Meclîsa Babê Mihemed Ebdulrezaq beşdarî bultena nûçeyan a Ronahî TV bû û êrîşên dawî yên artêşa Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxand. Ebdulrezaq diyar kir, ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Tirk bi dehan sivîl birîndar bûne.

Endamê Meclîsa Babaê Ebdulrezaq got, "Gundên Umm Huş, Umm Qarah û El Hassîa di encama operasyonekê de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Balafirên şer ên Tirk ji bo pêşî li pêş ve çûna me bigirin, bombe li van gundan barandin. Ji ber vê êrîşê 4 sivîl şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn. Êrîş yekser li dijî gundiyan hat kirin û bi saetan dewam kir. Beşek ji van êrîşan jî li dijî Artêşa Şoreşgeran hat kirin. Li vir 10 hevalên me şehîd bûn, birîndarên me jî hene."

Endamê Meclîsê da xuyakirin, ku tevî êrîşên artêşa Tirk, DAIŞ'ê û çeteyên dewleta Tirk jî, ew ê heta dawiyê bi pêş ve biçin û herêma Şehbayê rizgar bikin.