Endamê ENKS’ê: Em naxwazin herêma me bibe herêma şer

Endamê ENKS’ê: Em naxwazin herêma me bibe herêma şer

Endamê Komîteya Rêveber a Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Saleh Derwêş bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku divê her kes xizmeta şoreşa giştî ya gelê Kurd bikin û ji ferasetên teng ên partiyan berdin. Derwêş bal kişand ser girîngiya rol û mîsyona Desteya Bilind a Kurd (DBK) û diyar kir ku ew naxwazin herêma wan bibe cihê şer. Derwêş got: “Ger dixwazin rejîmê bixin, rejîm ne li vir e, li Şamê ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a ENKS’ê Saleh Derwêş bûyer û pêşketinên sala 2012 ji ANF’ê re nirxand û destnîşan kir ku pêwîstiya Kurdan pê nîn e ku komên biyanî bên Kurdan biparêzin, ji ber ku ew bi xwe dikarin xwe biparêzin.

Derwêş ev nirxandin kir: “Wek li Misir, Tûnis û Lîbyayê li Sûriyeyê jî destpêkê şoreşa azadiyê bi gel dest pê kir û gel beşdar bû. Em jî weke partî li hemberî kiryarên rejîmê ketin nava tevger û tevlî vê kerametê bûn.”

Derwêş destnîşan kir ku ger di nava gel de rêxistinbûn tune be, şoreşa gel bi ser nakeve û got: “Di tu şoreşan de gelê nebirêxistinkirî nikarîne biser bikevin. Pêdiviya gelê Kurd jî bi rêxistinkirinê hebû. Loma her du Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê hatin sazkirin. Ji her du meclîsan jî Desteya Bilind a Kurd hate sazkirin. Bi vî awayî Desteya Bilind bû nunerê gelê Kurd ê li welat û derveyê welêt.

Derwêş bal kişand ser girîngiya rol û mîsyona Desteya Bilind a Kurd (DBK) û da zanîn: “Desteya Bilind a Kurd nunerê gelê Kurd e. Hemû daxwaz û xwestekên gelê Kurd ji raya giştî re radiginîne.

Derwêş derbarê rewşa Serêkaniyê de jî ev nirxandin kir: “Hin komên biyanî derbasî Serêkaniyê bûn, xwestin vîna gelê Kurd bişkînin. Ev komên çekdar piştre ji aliyê Artêşa Azad ve nehatine qebûlkirin” û bi bîr xist ku kom ji aliyê Tirkan ve ketine Rojavayê Kurdistanê.

Derwêş da zanîn ku armanca vê komê tevlîhevkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê bû û bal kişand ser girîngiya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Derwêş got: “Komên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin, bi YPG’ê re şer kirin. Xwestin ev şer bînin bajarên Kurdan. Jixwe em li dijî siyasetên bi vî rengî ne û naxwazin herêmên me bibin herêmên şer.”

Endamê ENKS’ê Saleh Derwêş bal kişand ku gelek koçber ji aliyê Şam, Heleb, Humus û Dêrê tên Rojavayê Kurdistanê û got: “Ji ber ku ev herêm gelek aram e.Li aliyekê din dixwazin rejîmê birûxînin. Lê navenda rejîmê li Şamê ye ne li vir e. Ger bi rastî jî dixwazin rejîmê bixin, xistina rejîmê ne li vir, lê li Şamê ye. Derfetên me hene ku em xwe biparêzin, hewcedariya mebi tu kesên biyanî tune ye.

Derwêş di axaftina xwe de bal kişand ser Komkujiya Roboskî ya ku 28’ê berfanbara 2011 li navçeya Qilaban a Şirnexê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 Kurd jiyana xwe ji dest dan û komkujî şermezar kir. Derwêş destnîşan kir ku ji berê ve dijîtiya dewleta Tirk li hemberî Kurdan heye.

Herî dawî, Derwêş diyar kir ku divê her kes xizmeta şoreşa giştî ya gelê Kurd bikin û ji ferasetên teng ên partiyan berdin.