Endamê Desteya Bilind nûçeya çapemeniya Tirk derewand

Endamê Desteya Bilind nûçeya çapemeniya Tirk derewand

Endamê Desteya Bilind a Kurd Îsmaîl Hemê, nûçeya ku di rojnameyeke tirk de hate weşandin û li ser navî wî hate gotin ku PYD û YPG li gorî berjewendiyên rejîma Baasê tevdigerin û partiyên din ên kurdan tehdît dikin, derewandin. Hemê got ku rojname li dijî exlaqê çapemeniyê tevgeriyaye û bi vê yekê tê xwestin yekîtiya kurdan bê xirabkirin.

Rojnameya Tirkan a bi navê Turkiye ku wekî nêzî hikûmeta AKP’ê tê zanîn, di 9’ê Cotmehê de li Endamê Desteya Bilind a Kurd Îsmaîl Hemê re, li ser rewşa Suriye û Rojavayê Kurdistanê hevpeyvînek çêkir. Rojnameyê di nûçeya xwe de îdîa kir ku Hemê gotiye, “PYD û YPG girêdayî PKK’ê ne, li gorî berjewendiyên rejîma Baasê tevdigerin û partiyên din ên kurdan tehdît dikin, her wiha siyasetmedarên kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ji ber van tehdîtan neçar dimînin ku biçin Başurê Kurdistanê”. Di nûçeyê de îdiya ku Meşel Temo û hin siyasetmedarên din jî di encama van tehdîdan de hatine kuştin.

HEMÊ ÎDÎAYÊN ROJNAMEYÊ DEREWANDIN

Endamê Desteya Bilind a Kurd Îsmaîl Hemê ku têklidarî mijarê pirsên ANF’ê bersivandin, hemû îdîayên rojnameyê derewandin. Hemê, derbarê nuçeyê de ev tişt gotin: “Beriya çend rojan nuçegihanê wan ê bi navê Adem Demîr bi telefonê li min geriya û derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de çend pirs pirsîn. Sedema derketina derveyî Suriyeyê ya siyasetmedarên kurd pirsî. Min jî diyar kir ku kiryarên rejîmê û tehdîdên wê yên li ser siyasetmedaran rê li ber vê yekê vekiriye. Min kuştina Meşel Temo û Mehmud Walî, Nesredîn Berhik wekî mînak nîşan dan. Lê çareserî bi koçberiyê nabe.”

Îsmaîl Hemê destnîşan kir ku rojnameyê pirsa geşedanên li ser sînorê Suriye û Tirkiyeyê jî ji wî pirsîne û wî jî ev bersiv daye: “Derbasbûna Tirkiyeyê ya ji sînor, li dijî berjewendiyên wê bixwe ne. Ji ber dewletên wekî Îranê vê yekê qebûl nakin û dê pirsgirêk kurtir bibe.” Hemê, got ku li ser pirsa têkildarî YPG’ê û PYD’ê jî wiha axiviye: “PYD partiyek Rojavayê Kurdistanê ye, tu eleqeya wê bi PKK’ê re nîn e. YPG jî, hêzeke Rojavayê Kurdistanê ye û girêdayî Desteya Bilind a Kurd e. Em tu hêzên li derveyî desteyê tevdigerin jî qebûl nakin.”

‘EV LI DIJÎ EXLAQÊ ÇAPEMENIYÊ YE’

Hemê, destnîşan kir ku rojnameyê gotinên wî berevajî weşandine û wiha dom kir: “Ev li dijî exlaqê çapemeniyê ye. Ne mumkun e ku ez tiştekî li dijî PYD’e bêjim, ji ber ku em bi hevre di Desteya Bilind de cîh digirin. Bi van nûçeyan dixwazin yekîtiya kurdan xirab bikin. Ezê li rojnameyê bigerin û daxwaza sererastkirina nûçeyê bikim.