Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bîrtek hat girtin

Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bermal Bîrtek a ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Mûşê de hatibû binçavkirin, hat girtin.

Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk Bermal Bîrtek ku bi talîmata Dozgeriya Mûşê ve 15’ê Cotmehê li navenda bajarê Amedê hatibû binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyê ya bajêr anîn Mûşê. Bîrtek a di çarçoveya lêpirsînekê de ku li Mûşê hatibû destpêkirin hat binçavkirin, sewqî Edliyeya Mûşê hat kirin. Bîrtek a li dozgeriyê îfade da, bi îdîaya “endama rêxistinê ye” sewqî dadgehê hat kirin û li dadgehê jî bi heman îdîayê hat girtin.

Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk Bermal Bîrtek şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.