Li Şirnexê, tevî ku şer di 14'ê Adarê de qediya, qedexeya derketina derve hê jî dewamdike. Ji sedî 90 ê nifûsa bajêr neçar ma koç bike. Beşeke mezin a bajêr hatiye xerakirin, xanî û kargeh jî ji aliyê cerdevanan û personelên ewlekariyê ve tên talankirin.
Ji bo Şirnexiyan, Komeleya Alîkariya Rojava dest bi kampanya peydakirina konên ji bo zivistanê, sobe û betaniyeyan kiriye.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu rewşa dawî ya li Şirnexê ji ANF'ê re nirxand û anî ziman, ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve li dijî Kurdan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin, şîdet li gelek bajaran gelekî hatiye zêdekirin û polîtîkaya tinekirinê tê meşandin.
Encu got, "Li Şirnexê di 14'ê Adarê de derketina derve hat qedexekirin. Şerê li vir bi qasî heftê rojan dewam kir. Şer qediya, lê hê jî qedexe dewam dike. Mal û kargehên ku nikarîbûn bi çekên giran xera bikin, niha bi maşînên kar hildiweşînin. Heta vê kêliyê jî hilweşandin dewam dike. Li gorî agahiyên gihîştine me, ev hilweşandin wê heta 15'ê Cotmehê dewam bike. Bi vê yekê ve dixwazin zexta koçkirinê li gelê Şirnexê bikin. Piştî ku derketina derve hat qedexekirin, şêniyên bajêr li gundên derdorê, bajarokên nêz û quntara çiyê kon veda û dest bi berxwedanê kir. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî ev berxwedan 204 roj in dewam dike."
'NIHA TALANÊ DIKIN'
Encu anî ziman, mîna li gelek bajarên din ên hatine xerakirin û talankirin, li Şirnexê jî eşyayên li malên welatiyên neçar man e ji Şirnexê derketin, tên dizîn û firotin û got, "Ti ji malbatan tiştek ji mala xwe dernexistin. Her tiştên xwe li mal û dikanên xwe hiştin. Ev eşyayên welatiyan niha ji aliyê cerdevanan û personelên li wir ve tên talankirin."
'TOLÊ JI ŞIRNEXÊ HILTÎNIN'
Ferhat Encu 6 santralên termîk ên hewl tê dayîn li Şirnexê werin çêkirin bibîr xist û anî ziman, yek ji sedemên hilweşandinê jî ev e. Encu diyar kir, bi salan e ev proje hene û got, "Gelê Şirnexê bi meşeke girseyî li ber van santralên termîk rabû bû. Gelekî rêxistinbûyî ye ku xwedî li xwezaya xwe derdikeve. Lewma niha tola vê hiltînin. Ev hilweşandin û talan, polîtîkaya cezakirina vîna ku di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de hat nîşandan e. Dîrokek Şirnexê heye. Ji sala 1992'an û vir ve her tim komkujî lê tên kirin. Gelê Şirnexê xwedî taybetmendiyeke berxwedêriyê ye, ku serî li ber polîtîkayên dewletê netewandiye. Dixwazin vê rewşa rêxistinbûyî ji hev bixin. Ev yek rêbazeke cezakirinê ye."
'DIXWAZIN GEL JI KONAN JÎ DERXÎNIN'
Encu da zanîn, li binê konên li derdora Şirnexê hatine vedan bi qasî 10 hezar mirov dijîn û ragihand, piraniya van malbatan jî malbatên xizan in. Encu got, "Ne tenê ev malbat, malbatên me yên li bajarên din jî mexdûr in." Encu anî ziman ku ev malbat ev 9 meh in li binê van konan dijîn û got, "Zivistan dest pê dike. Nikarin bi xwe pêdiviyên xwe tedarik bikin. Desteka gelê me dewam dike. Nepêkan e ku zivistan li binê van konan bê derbaskirin. Konên heyî nikarin xwe li ber şert û mercên zivistanê rabigirin. Ji perwerde û derfetên tenduristiyê jî bêpar in. Zext li wan tên kirin û gef li wan tên xwarin. Davêjin ser hin konan û mirovan binçav dikin. Dixwazin mirovan ji vir jî derxînin û koçber bikin."
BANGA ALÎKARIYÊ
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu bal kişand ser kampanya alîkariyê ya ji bo gelê Şirnexê hatiye destpêkirin û ev bang kir: "Kampanya ji bo berhevkirina konên ji bo zivistanê hat destpêkirin. Pêwîstî bi mekanîzmayên van konan germ bike heye. Pêwîstî bi betanî, sobe û malzemeyên bingehîn ên jiyanê heye. Ya herî girîng jî pêwîstî bi piştgiriya gel heye. Projeya me ya xwedîderketina malbatan a li hev dewam dike. Em banga destekê li gelê xwe dikin. Berî hatina zivistanê em ji bo gelê Şirnexê tevna piştgiriyê xurt bikin."