Encamnameya Kongreya PYD'ê hat aşkerakirin

Encamnmeya 1. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Cizîrê hate aşkerakirin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di 8’ê Gulana 2015’an de yekemîn kongreya Kantona Cizîrê bi dirûşmeya "Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve” bi beşdarbûna 450 nûner û 150 mêvan ji seranserî Kantona Cizîrê, lidar xist. Encamnameya kongreyê hat aşkerakirin.

Encamnameya kongreyê wiha ye:

Di 8’ê gulana 2015’an de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yekemîn Kongreya xwe ya kantona Cizîrê bi beşdarbûna 450 nûneran ji hemû Eyaletên Kantonê û 150 mêvan ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û kesayetên welatparêz di bin durişmeya “Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeke demokratîk ve” li dar xist.

Kongre bi axaftina Hevseroka PYD’ê Asye Ebdullah destpê kir. Ebdullah di axaftina xwe de girêdana bi doza neteweyî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve diyar kir û got ku ev şoreşa civakî encama mîrateya felsefeya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û xwe dispêre projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nûnertiya cewhera siyaseta demokratîk a neteweyî, niştimanî û navneteweyî dike. Ev pejirandineke stratîjîk e û nûnertiya rêgeza jiyana hevbeş a demokratîk dike. Ji bo parastina vê yekê jî pêdivî bilindkirina asta xebatê heye. Ebdullah wiha domand: “Pêdiviya aloziya Sûriyeyê bi çareseriyeke siyasî û nêrîneke siyasî ya wekî projeya me heye. Ev projeya me ku di sala 2013’an de hatiye îlankirin rastiya xeta sêyemîn ku me pejirandiye diyar dike û wekî çareserî dibe sedem derketina ji tundîkirina civakî û hilweşandina wê. Ev rewşa heyî Rojhilata Navîn û tevahî Sûriyeyê dixe metirsiyek mezin.”

Di kongreyê de Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Efram Ishaq axivî û got ku lidarxistina Kongreya yekemîn a PYD’ê di vê rewşa hesas a navneteweyî û herêmî xwedî girîngiyeke mezin e û wiha anî ziman: “Çete bi armanca têkbirina destketiyên niştimanî û demokratîk ku di şoreşê de hatine bi destxistin, êrîşên terorîst bi ser herêmê de tînin. Ev destketî jî bi saya berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê hatin parastin. Têkoşîna PYD’ê ji destpêka damezirandina wê ve li dijî dagirkerî û zilmê têkoşîneke dijwar bû. PYD’ê di têkoşîna xwe de karwanekî ji şehîdan ên wekî Şîlan, Osman û Bavê Cûdî fedayî rêya azadiyê kirin.

Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso jî di kongreyê de axivî û diyar kir ku PYD’ê bi hemû derfetên xwe xistin xizmeta civakê û siyasetên wê ku em gihandin vê qonaxê gelekî guncaw bû û wiha got: “Em bi hêvî ne ev konferans bibe bingeha avakirina civakê û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de.

Di kongreyê de her wiha Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen axivî û got ku PYD’ê li ser asta Rojava û giştî Sûriyeyê roleke girîng dilîze û proje û bernameyên wê jî gelekî avaker bûn.

Di kongreyê de bi dehan peyamên partî û desteyên herêmê hatin xwendin. Hemûyan di payemên xwe de lidarxistina Kongreya PYD’ê li endamên wê pîroz kirin û ji bo serkeftina xebatên wê û rola wê ya pêşeng hêviyên xwe anîn ziman.

Di kongreyê de rapora siyasî ya dema borî hate xwendin. Piştre beşdarên konferansê encamên ku PYD’ê di vê qonaxê de bi destxistin û astengiyên rastî wê dihatin û bi taybet rewşa siyasî û rêxistin, nîqaş kirin.

Aloziya Sûriyeyê ne tiştekî nû ye û vedigere desthilatdarên ku nexşe û destûr li ser gelên Rojhilata Navîn ferz kirine. Her wiha şer û aloziyên piralî li ser gel ferz kirin. Sîstemên dagirker bi çêkirina sîstemên desthilatdar ku baş nûnertiya van nexşeyan kirin di pilanên wan bi ser ketin û ajendeyên van sîsteman baş parastin. Aloziya Sûriyeyê bi giştî bi siyasetên înkarê ku sîstemên di ser Sûriyeyê re derbas bûne ve girêdayî ye. Serhildana li dijî van sîsteman encameke xwezayî ye. Rêjîma dagirker, rêxistinên terorîst û hin tabûrên opozîsyonê ku bi dewletên herêmî ve girêdayî ne ku heman ajendeyên hilweşandinê dimeşînin, li hemberî têkbirina hewldanên navnetewî ji bo çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re berpirsyar in.

Di kongreyê de pêwîst bi karê hevbeş di navbera hemû partiyên kurdî li gorî Lêvegera Siyasî ya Kurdên Rojava ku li ser hatiye li hevkirin, hate dîtin.

Di kongreyê de hate gotin ku PYD’ê xwedî projeyeke neteweyî û niştimanî ye û bingeha wê avakirina mirov û civakeke azad e û bi riya wê civakeke siyasî û demokratîk tê avakirin. Her wiha ji bo ku asta hişmendiya civaka azad bilind bibe, divê civak were birêxistinkirin.

Di kongreyê de hate destnîşankirin ku ji bo ku nûnertiya vîna gel were kirin, divê asta xebatê were bilindkirin û bibe partiyekî pêşeng û hemû daxwazên civakê pêk bîne. Di kongreyê de her wiha ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate xwestin ku siyaseteke aborî li gorî rewşa awarte ku herêma Cizîrê tê re derbas dibe bimeşîne, hate xwestin û ji bo projeyên curbecur li herêmê werin vekirin hêsantî bêne dayîn. Her wiha ji bo koçberî li herêmê kêm bibe û metirsiya wê li ser Rojava bête eşkerekirin, xebatên xwe zêde bike.

Di kongreyê de berdewama gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li Kobanê hate silavkirin. Her wiha ji bo xurtkirina berxwendanê hate diyarkirin ku divê alîkarî û piştgiriya wê were domandin. PYD’ê di Kongreya xwe de bal kişand ser rêgeza parastina rewa û xweparastinê li Rojavayê Kurdistanê û rola hêzên YPG’ê û YPJ’ê ya navneteweyî, niştimanî û neteweyî der barê vê mijarê de. Her wiha hate gotin ku pêwîste hevkarî di navbera hemû hêzên niştimanî û partiyên siyasî were xurtkirin û berxwedana gel û rola wê di berxwedana Kobanê, Til Temir, Hesekê, Serêkaniyê û hemû gund û bajarên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelekî girîng bû, were destekkirin.

Di  kongreyê de hate gotin ku divê karên sazîbûyîn di partiyê de were pêşxistin. Der barê vê yekê de di kongreyê de paşûnameyeke bernameya karê sazîbûyîna partiyê li Kantona Cizîrê hate pêşkêş kirin. Piştî ku li ser vê paşûnameyê hate nîqaşkirin û hemû pêşniyarên rêxistinî derbarê paşûnameyê de di ber çavan re hatin derbaskirin, paşûname wekî bernameya rêxistinî hate destgirtin. Derbarê rewşa rêxistinî de her wiha beşdarên konferansê diyar kirin ku destgirtina vê bernameyê burokrasiyetê ji holê radike û pirsgirêkên rêxistinî çareser dike. Beşdarên konferansê dane zanîn ku ji bo karên rêxistinî û bi taybet birêxitinkirina jinan û ciwanan dê asta xebatên xwe bilind bikin û hemû komîteyên girêdayî PYD’ê li ser bingeha avakirina civakeke siyasî û exleqî birêxistin bikin.

Di dawiya kongreyê de ji bo rêveberiya nû ya PYD’ê 35 endam hatin hilbijartin. Her wiha ji bo koordînasyona partiyê li tevahî Kantonê dê 5+2 bêne hilbijartin. Her wiha rêjeya Kota ya herdu cinsan û ciwanan di ber çavan re hate derbaskirin.

Di dawiyê de kongreyê ruhê şehîdên azadiyê û di serî de şehîdên YPG’ê û YPJ’ê silav kir û hate gotin ku wê rêya ku ew li ser şehîd ketine bişopînin. Her wiha ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav û rêz hatin şandin û diyar kirin ku dê li gorî fesefeya wî û neteweya demokratîk heta ku Sûriyeke demokratîk, piralî, nenavendî  û Rojhilateke Navîna a demokratîk xebatên xwe bimeşînin."