Encamnameya Konferansa yekemîn ya aborî a kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di 4- 1-2013 dan de li Qamişlo hatibû lidarxistn bi raya giştî re hate parvekirin.
Li Qamişlo di 4-1-2013 bi beşdariya 280 karsaz, bazirgan û esnafên ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê komfransa aborî a kurdên Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Armancên konfransê pêşxistina rewşa abûrî li Rojavayê Kurdistanê di van demên hesas ku Rojavayê Kurdistanê jiyan dike, ku bikarin hewcedariyên gelê Rojava tevî hemû zehmetiyan temîn bikin.
Encamnameya Konferansê duh li Qamişlo bi raya giştî re hate parvekirin. Di encamnameyê de biryar wisa hatin rêzkirin:
“Dê di pêşxistina rewşa aborî de be 25 endamên ku temsîla hemû Rojavayê Kurdistanê dikin cihê xwe di nava komîteya rêvebir de xwe digrin, ji van 25 endaman 7 wek lijneya serokatiyê ku navenda wê li Qamişlo be derketin.
Beyannameya hindirîn a meclisê dê di kongreya ku lijneya rêvebir a meclisê dê dema wê destnîşan bike''. Her wiha di encamnameyê de konfransê bang li hemû karsaz, bazirgan û esnafên Rojavayê Kurdistanê kirin ku tevli meclisa wan bibin.