Meclîsa Daîmî ya KCD'ê encama civîna xwe ya 22'e Îlonê aşkere kir. KCD'ê di encamnameyê de xwest ji bo çareseriya pirsgirêkê berî her tiştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn. KCK'ê anî ziman ku, kesê mafê zimanê zikmakî qebûl neke, mafê wan yê red bike jî tune.
Meclîsa Daîmî ya Kongrea Civaka Demokratîk (KCD) piştî 6'emîn Kongreya xwe di 15-16'ê Îlonê de pêk anî di 22'ê Îlonê de civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Li gel Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk endamên Meclîsa Daîmî di civînê de amadebûn. KCD'ê piştî civînê encama civînê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Di encamnameyê de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pevçûn, çalakiya girtiyan ya gireva birçîbûnê û rewşa kurdên Sûriyeyê hate nirxandin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku, heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din jî çareser nabin û wiha gotin: "Azadiya gelê Kurd azadiya Rojhilata Navîne. Li şûna ji destkeftiyên kurdan bitirsin divê piştgirî bê dayîn. Li şûna yekîtî bê parastin zext û êrîşên li dijî gelê Kurd zêde dibe û ev aloziyê zêde dike. Parlementer, rêveber û avahiyên BDP'ê dibin êrîş. KCD van êrîşn şermezar dike. Daxuyaniya BDP'ê ya paratina rewa mafdar dibîne. Berpirsiyariyên aloziyan AKP dibine.
'DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIBE
KCD'ê ji AKP'ê xwest li şûna polîtikayên êrîşkar dest bi polîtikayên çareseriyê bike û berî her tiştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike. KCD'ê xwest pêvajoya muzakere û diyalogê ji nûve destpê bike û daxwazên Ocalan ên azadiya fîzîkî, ewlehî û tenduristiyê bicih bînin.
KCD'Ê BIRYARÊN KU GIRTIN WINA RÊZ KIR
"* Divê berî her tiştî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Divê mafê parastina zimanê zikmakî û perwerdehiya kurdî bê dayîn. Divê daxwazên girtiyên ku ketine gireva birçîbûna bêdem û bêdorveger bên qebûlkirin. Divê hemû sazî û dezgehên demokrasî û mafên mirovan diparêzin piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan.
* Redkirina parastina zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî li dijî mafên mirovan û sincan tê qebûlkirin. Kesên mafê perwerdehiya zimanê zikmakî qebûl neke nikare red jî bike.
* Di vê pêvajoya çareseriyê de yekîtiya neteweyî êdî teqez lazime. KCD'ê biryar daye ku xebatê Konferansa Neteweyî bi lez bike.
* Ji bo parastina bawerî û çandên cuda biryar girtine ku konferansa Elevi û Êzdiyan pêk bîne.
* Hewldana 78'an ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze dê di 30'ê Îlonê de bi tevlîbûna Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk mîtîngê pêk bîne.
* Di 13'ê Cotmehê de li Amedê komxebata tenduristî û jinê di 21-22'ê cotmehê de Komxebata Tenduristî û bajarvaniya Wanê bê lidarxistin.