Encama 20'emîn xelatên Şehîdên Çapemeniya Kurd û Musa Anter diyar bûn. Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat 20 salin hevpar pêşbirka xelata Şehidên Çapemeniyê li dar dixe. Îsal jî 20'emîn xelata Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter pêk anîn. Encama xelatan diyar bû. Pêşbirk, di beşa nûçeyên kurdî, nûçeyên tirkî, wêne, karikatur de pêk hat. Kesên ketin rêzê û xelat heq kirin dê xelatên xwe li Amedê bigirin.
20’mîn Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Musa Anter û şehîdên Çapemeniyê, dê li Salona Şano ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bi merasimekê bê dayîn. Di beşa kurdî de endamên Jûriyê Aysel Avesta, Leyla Ayaz, Azîz Ogur, M. Alî Ertaş, Omer Tur; di beşa nûçeyên tirkî de Nadire Mater, Ertugrul Mavioglu, Fatih Polat, Berat Gunçikan, Huseyin Aykol, di beşa wêneyan de Ramazan Ozturk, Gultekin Tetîk, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag û di beşa Karikatur de Tan Oral, Gulay Batur, Sarkis Paçaci, Halîl Încesu nuçe hilbijartin û xelat diyar kirin.
BEŞA KURDÎ
Nûçeya yekemin, nûçeya Abdurrahman Gok (DÎHA) a bi sernavê "Li Almanyayê bajarekî Êzîdiya: Celle" wergirt. Xelata Juriyê ya Taybet; Nûçeya Zehra Dogan û Hazal Peker (JINHA) a bi sernavê "Li Rojava welat emanetê jinên kurd in".
Di beşa tirkî de:
Xelata yekemîn a Nûçeyê / Ji bo nûçeyên li ser Roboskê hatin çêkirin û bi cîhanê re parve kirin xelat dan Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA). Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) pêşî nûçeyên komkujiya Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl ên ji aliyê balafirên şer ên F-16 ên tirk ve hatin qetilkirin bi cihanê re parve kiribû.
Xelata Juriyê ya Taybet / Bia-Net - Işil Cinmen
XELATA GURBET ELLÎ ERSOZ
Xelata Juriyê ya Taybet a Gurbetellî Ersoz; Li ser navê hemû rojnamegerên jin yên girtî, ji ber nûçeya Pozantiyê dan nûçegîhana Edene ya DÎHA Ozlem Aguş. Oguş bi nûçeyên li ser Pozantiyê çêkirin, taciz û tecawiza li ser zarokên kurd pêk tên bi cîhanê re parvekiribûn. Oguş ji ber van nûçeyan niha li Girtigeha Karataşê ya Edeneyê girtî ye.
XELATA WÊNEYÊ:
Xelata Wêneyan jî ji ber wêneyên li Roboskiyê komkujî kişandibûn dan nûçegîhanê DHA yê Şirnexê Emin Bal
Xelata Yekemîn a Karîkaturê jî dan Mehmet Bogatekin ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluye û Mahmut Ulusan ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliye ye.
Xelat dê di 20'ê Îlonê deli Salona Şano ya Navenda Çanda Ciwanana Cegerxwîn bi merasimekê bê dayîn.