'Encama tehdîdên Serokkomar û hikûmetê ye’
Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê êrîşa li dijî HDP’ê lanet kirin.
Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê êrîşa li dijî HDP’ê lanet kirin.
Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê êrîşa li dijî HDP’ê lanet kirin û hişyariya ‘Em dixwazin encamên ku berê ji ber bikaranîna usluba ku dewlet û hikûmetê bikar dianî û di navbera gelan de newekhevî dikir, bibîr bînin’ kir. Her wiha ji bo hiqûqnasan jî bang hat kirin.
Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, têkildarî êrîşên bombeyî yên li dijî avahiyên HDP’a Mersîn û Edeneyê de daxuyaniyek nivîskî da.
BAL KIŞAND SER ROLA SEROKKOMAR Û HIKÛMETÊ
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji hilbijartinên ku wê qedera gelên Kurdistan û Tirkiyeyê diyar bike re demek kurt ma. Lê êrîşên ku ewlehiya hilbijartinê û Partiya Demokratîk a Gelan hedef digire pêk tên. Di pêvajoya hilbijartinê de 64 buroyên hilbijartinê yên HDP’ê rastî êrîşê hatine lê têkildarî van êrîşan de ti lêpirsînek nehatiye destpêkirin û êrîşkar bê ceza mane. Ji îro û pê ve, êrîşên li Edene û Mersînê pêk hatine, nîşan didin ku êrîş plankirî û rêxistinkirî ne.
Êrîş ji ber gotinên nefret û tehdîdên serokkomar, serokwezîr û rayedarên hikûmetê pêk tên. Em dixwazin encamên ku berê ji ber bikaranîna usluba ku dewlet û hikûmetê bikar dianî û di navbera gelan de newekhevî dikir bibîr bînin.”
BANG LI HIQÛQNASAN HAT KIRIN
Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê êrîşên li dijî HDP’ê lanet kir û got: “Em bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin ku ji bo ewlehiya hilbijartinê aktîf rola xwe bilîzin û li dijî êrîşên li hemberî demokrasiyê bibin xwedî helwest.”