BI DÎMEN

Emîrê DAIŞ'ê: Di nava DAIŞ'ê de yên herî bi qîmet Tirk in

Ji emîrên DAIŞ'ê yên teslîmî YPG'ê bûn Ahmet Osman Abdullah bi navê li xwe kirî Ebû Omer Ceza: Di nava DAIŞ'ê de yên herî zêde bi qîmet bûn, komên Tirk bûn. Di nava van de gelek endamên MÎT'ê hebûn. Hedefa wan a bingehîn Kurd bûn.

Ji emîrên DAIŞ'ê yên teslîmî YPG'ê bûn Ahmet Osman Abdullah ê navê Ebû Omer Ceza li xwe kiriye, di mijara têkiliyên navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de mikur hat.

Ahmet Osman Abdullah di sala 2015'an de ji nava DAIŞ'ê reviya û teslîmî YPG'ê bû. Osman Abdullah ku 10 meh in girtî ye, sedema tevlîbûna xwe ya li nava DAIŞ'ê, tiştên li nava DAIŞ'ê dît, nakokiyên xwe, têkiliyên navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê, sedema teslîmbûna xwe vegot.

TEVLÎBÛNA LI NAVA DAIŞ'Ê

Ahmet Osman Abdullah di sala 2014'an de li Til Hemîsê tevlî nava DAIŞ'e bû. Ji ber ku ji Ceza ye navê Ebû Omer Ceza li xwe kir. Ahmet Osman Abdullah di sala 1973'an de ji dayik bû û heta pola 6'an xwend. Dema şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, ewilî tevlî nava Artêşa Sûriya Azad (ASA) bû. Piştî ku DAIŞ'ê Ceza dagir kir, derbasî gundê xwe bû. Dema YPG'ê Ceza rizgar kir, derbasî Til Hemîsê bû. Li Til Hemîsê jî hem ji ber tirsê hem jî ji ber bêperetiyê, bi rêya kesê bi navê Ebû Nasir têkilî bi DAIŞ'ê re danî. Piştî demekê, Ebû Nasir wî dibe Holê û li wir 3-4 mehan di kampê de dimîne. Li vê derê mehan e 5 hezar lîreyê Sûriyeyê distîne. Dema bi temamî tevlî dibe, ev mehane dibe 50 hezar. Her wiha wesayîtek û 2 parêzvan jî jê re tê dayîn.

EWILÎ ÎSTÎXBARAT, PIŞTRE EMÎR

Ahmet Osman Abdullah wiha qala xwe dike: "Piştî perwerdeya leşkerî û olî, ez bûm berpirsyarê karên îstîxbaratê yên li Holê. Me mirov digirtin. Wekî din em bi karên îdarî re mijûl dibûn. Wekî din, ji bo li bajarên weke Qamişlo, Hesekê teqînan bikin, me mirov amade dikir û pêwîstiyên wan tedarik dikir. Ebû Nasir ê ku min bi DAIŞ'ê da naskirin, demek piştî tevlîbûna min, ji ber sûcê diziyê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat girtin. DAIŞ'ê Ebû Fadil Alî Fariz xist şûna wî. Piştî demekê ew jî hat girtin. Ez mirovekî li herêmê li peyva wî dihat guhdarîkirin, kesekî bi bandor bûm. DAIŞ'ê ji min xwest, ku ez li şûna wan bibim emîr.

4 EMÎRÊN DIN HATIN

Piştî ku ez bûm emîr, emîrên bi navê Ebû Ayşe, Ebû Bekir, Ebû Welîd û Ebû Taşfîn ku ji Til Hemîs a ji aliyê YPG'ê ve hate rizgarkirin reviyan, xwe li herêma me girtin. Erka wan ji ya min mezintir bû. Tiştên nebaş dikirin. Min wextekê ew şopand. Derdê wan ew bû ku bi keçan re bin. Cixare û alkol qedexe bûn, lê wan dikişandin û vedixwarin. Min ev rewşa wan kir belge.

Zêdeyî nîvê hêzên DAIŞ'ê, ji derveyî Sûriyeyê ne, endamên îstîxbaratên gelek dewletan hene. Di nav de gelek biyaniyên weke Kazak, Çeçen, Siûdî, Tûnisî, Fransayî, Rûs û Tirk hene. Qîmeta biyaniyan ji ya Sûriyeyiyan zêdetir e. Emîr bi giranî ji wan dihatin hilbijartin. Gotinên wan bêhtir derbas dibûn. Hem Sûriyeyiyên li nava DAIŞ'ê bêqîmet didîtin, hem jî zilm li gelên herêmê dikirin.

ZILAMÊN DEWLETA TIRK

Di nava DAIŞ'ê de yên herî zêde qîmet didîtin, komên Tirk bûn. Di nava van de gelek endamên MÎT'ê hebûn. Navenda wan Şeddadê bû, ku piştre ji aliyê YPG'ê ve hat rizgarkirin. Hejmara wan bi qasî 60 kesî bû. Qedr û qîmetê wan gelekî dihat girtin. Navên kod li xwe dikirin û yekser bi Waliyê herêmê re têkilî datanîn.
Tirkan digotin ew hatine ji bo Îslamê şerê kafiran bikin. Lê hedefa wan a destpêkê Kurd û YPG bû. Ji Kurdan û YPG'ê nefret dikirin.

DAIŞ XWE JI TIRKIYEYÊ XWEDÎ DIKE

Têkiliyên navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê gelekî xurt e. DAIŞ hema hema hemû pêdiviyên xwe ji Tirkiyeyê tedarik dike; xwarin, çek, şervan. Bazirganiya petrolê dikir. Tirkiye û DAIŞ ji hev ne cuda ne.

LI TIRKIYEYÊ KAMPÊN DAIŞ'Ê HENE

Wekî din, li nava Tirkiyeyê kampên DAIŞ'ê hene. Tirkiye di vî warî de jî alîkariyê dide DAIŞ'ê. Endamên DAIŞ'ê ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibin û li kampên li wir perwerdeyê dibînin. Piştre jî derbasî welatên cuda dibin û dest bi rêxistinbûyîn û çalakiyan dikin. Hema hema hemû derbasbûn di ser Tirkiyeyê re tê kirin. Di vê çarçoveyê de Girê Spî û Cerablûs gelekî girîng in. Piştî Girê Spî hat rizgarkirin, Cerablûs ji bo DAIŞ'ê û Tirkiyeyê hîn bêhtir derket pêş.

PIŞTGIRÎ BÊ BERDÊL NEBÛ

Dewleta Tirk di berdêla vê destekê de hin tişt ji DAIŞ'ê dixwest. Ji ber ku DAIŞ'ê hemû pêdiviyên xwe ji Tirkiyeyê peyda dikirin, neçar dima van daxwazan bi cih bîne. Emîrên herî mezin ên DAIŞ'ê kom bi kom ji Reqqayê dihatin û bi me emîran re civîn lidar dixistin. Di nava wan de Tirk jî hebûn. Ji me re digotin, 'Daxwazên Tirkiyeyê ji bo me her tişt e, nabe em red bikin'. Ji ber ku Tirkiyeyê bersiv da hemû pêwîstiyên wan, DAIŞ neçar dima li gorî Tirkiyeyê tevbigere. Hedefa Tirkiyeyê, Kurd bûn. DAIŞ'ê her tim Kurd weke hedefa destpêkê nîşan dida.

WEKE KARÊ DAIŞ'Ê DIHAT NÎŞANDAN

Gelek teqîn û êrîşên li nava Tirkiyeyê bi navê DAIŞ'ê hatin kirin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin. DAIŞ'ê bûyerên teqînê nedikir. Lê belê li ser daxwaza Tirkiyeyê xwedî lê derdiket. Ji ber ku Tirkiyeyê gef li DAIŞ'ê dixwar, ku eger daxwazên wan bi cih nîne ew ê alîkariyê li ser bibire û sînor bigire.

RÊXISTINEK JI ENDAMÊN DAIŞ'Ê

Di dema dawî de dewleta Tirk ji endamên DAIŞ'ê rêxistineke nû ava kir. Gelek kesên ji nava DAIŞ'ê diçin Tirkiyeyê û tevlî vê rêxistina nû dibin. Ev bi giranî ji Sûriyeyiyan pêk tên. Ew çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li herêma Cerablûsê hatin bicihkirin, ev in. Diçin Tirkiyeyê, bi tenê riya xwe diqusînin û kincên nû li xwe dikin. Erebîstana Siûdî û Tirkiye di vî warî de bi hev re tevdigerin.

TÊKOŞÎNA EMÎRAN

Di navbera emîran de têkoşîneke cidî heye. Timî raporên ku giliyê hev dikin, dişînin. Dişibin rejîma Sûriyeyê. Bİ taybetî di dema dawî de, li herêma ez lê bûm gelek tiştên nebaş qewimî bû. Gelek tiştên nebaş kirin. Dan pey jinan, madiyatê û tiştên şexsî. Ji bo DAIŞ'ê ti qîmetê mirovan nîne. Mîna serê mirîşkê jê bike, serê mirovan jê dikin. Îşkenceyê li mirovan dikin. Zilmeke giran li gel dikin.

KOLEKIRINA JINAN

Ji bo cezakirina jinan, 'Tabûra Hansa' ya ji jinan hebû. Jinên li gorî daxwaza DAIŞ'ê tevnedigeriyan digirtin û îşkence li wan dikirin. Piraniya wan jî biyanî bûn. Her wiha jinên ku hevserên wan di şer de mirine, bi kesên din re didan zewicandin. Jinên ku 3-4 caran hatine zewicandin, dikuştin. Her wiha îşkence li jinên dîl girtibûn dikirin. Mîna koleyan ew li bazaran difirotin. Herî zêde difirotin Siûdiyên pereyê wan hebûn.

REVA BER BI TIRKIYEYÊ VE ÇARE NÎNE

Ez nema dikarîbûm di nava DAIŞ'ê de bimam. Tiştên hovane hem li gel hem jî li hev dikirin. Ji gurandina çermê mirovan heta jêkirina serê mirovan, gelek tişt dikirin. Demeke dirêj min dixwest ji nava DAIŞ'ê birevim û li rêyekê geriyam. Hin hebûn ji DAIŞ'ê reviyan û çûn Tirkiyeyê. Lê belê min nexwest biçim Tirkiyeyê. Li şûna çûyîna Tirkiyeya ku me biçûk dibîne, min xwest li welatê xwe bimînim û bimirim. Wekî din, min bi çavên xwe dît ku di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de ti cudahî nîne, bi hev re tevdigerin. Rêya dewleta Tirk rêya kuştinê ye. Wextekê ez li rêya reva j DAIŞ'ê geriyam.

GEL JI YPG'Ê RAZÎ BÛ

Ji cihên ji aliyê YPG'ê ve hatin rizgarkirin, agahiyên cuda digihaştin min. Gel ji YPG'ê razî bû. DAIŞ li her cihê diçû zilm li gel dikir, zext dikir. Lê YPG ne bi vî rengî bû. Berevajî, axa me diparast. Mînak; herêmên weke Til Hemîs, Hol û Ceza ji Ereban pêk tê. Lê YPG ewlekariya wan jî dikir, ew diparast. Gelek bajarên weke Qamişlo, Rimêlan rizgar kiribûn, lê ev yek ne tenê ji bo xwe, ne tenê ji bo Kurdan kiribûn. Ji bo hemû gelan rizgar kiribûn. Van hemûyan bandor li min kir. Eger min bixwasta, wê wextê pereyê min hebû. Ez dikarîbûm bireviyama Ewropayê. Lê belê min xwest li axa xwe, li Sûriyeyê bimînim û xwe teslîmî edaleta YPG'ê ya vê axê diparêze bikim.

HEVSER Û ZAROKÊ WÎ HATIN BICIHKIRIN

Piştî ku teslîm bûm, YPG'ê hevser û zarokê min li gundekî bi cih kir. Ez jî hatim girtin. Bi qasî 10 meh in ez girtî me. Bi ti awayî pêkanînek li derveyî mirovahiyê li min nehatiye kirin. Berevajî, qedr û qîmeta ku min li vir dît, min ji birayê xwe, ji dayika xwe nedît. Ti zext li bawerî û îbadeta min nehat kirin. Ti pirsgirêk derneket pêşiya min. Ji ber ku tevlî nava DAIŞ'ê bûm, hem ji Kurdan hem jî ji hemû gelan lêborîna xwe dixwazim."

...