EMEP çû serxweşiya Cansizê

EMEP çû serxweşiya Cansizê

Ji sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz ku li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesî ve hate defin kirin, Rêxistina EMEP’ê ya bajarê Dêrsimê serdana serxweşiyê kir.

Ji Sazûmankarê PKK’ê Sakîne Cansiz ku li paytextê Fransa Parîsê hate qetilkirin û li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesî ve hate defin kirin, li avahiya BDP’ê ya Dêrsimê ku du roje serxweşî hatiye danîn, bi hezaran kes di herikin serxweşiyê. Îro jî di nav de Serokê EMEP’a Dêrsimê Mustefa Taşkale û gelek endamên EMEP’ê heyî serdana serxweşiyê kirin. Li vir Serokê EMEP’ê yê Dêrsimê Mustefa Taşkale da diyarkirin ku, qetilkirina yek wekî Cansizê derbeyek mezine li tekoşîna azadiya Kurdistanê. Serdanên mala serxweşiyê ya ji bo Cansiz hatiye danîn didomin.