'Em zarokin hûn ji me çi dixwazin?'
Hunermend Mizgîn Tahir û malbata Macar, ku zarokên xwe ev sê sal in dişandin dibistana Ferzat Kemanger, biryara girtina dibistanê şermezar kirin û bang li Kurdan kirin ku li destketiyen xwe xwedî derkevin.
Hunermend Mizgîn Tahir û malbata Macar, ku zarokên xwe ev sê sal in dişandin dibistana Ferzat Kemanger, biryara girtina dibistanê şermezar kirin û bang li Kurdan kirin ku li destketiyen xwe xwedî derkevin.
Hunermend Mizgîn Tahir û malbata Macar, ku zarokên xwe ev sê sal in dişandin dibistana Ferzat Kemanger, biryara girtina dibistanê şermezar kirin û bang li Kurdan kirin ku li destketiyen xwe xwedî derkevin. Şagirtê dibistanê Rêber Macar ê ku li hemberî biryarê matmayî ma, bi van gotinan bang li rayedarên Tirk kir: "Derdê we çiye bi dibistana me re? Hepkî tenê dibistana Kurdî hebûn, derdê we çiye? Em zarok in, hûn ji me çi dixwazin?"
Biryara Walîtîya Amedê ya bi hinceta "perwerde ne li gorî mifredata MEB'ye" ji aliyê henermend Mizgîn Tahir û malbata Macar ve hate şermezarkirin. Malbata Macar diyar kir ku kurê wan Rêber, di dibistana Ferzad Kemanger Pola Celadet Elî Bedirxan de ev sala sêyemîn e bi Kurdî perwerde dibîne.
'EM ZAROK IN HÛN JI ME ÇI DIXWAZIN'
Yek ji şagirtên dibistanê yê ku derbasî pola sêyemîn bû Rêber Macar, li hemberî biryara girtinê matmayî ma. Rêber, got ku ew dawiya heftê çûye gundê xwe û di vegerê de biryara girtina dibistanê bihîstiye. Rêber ê ku ji bo çêkirina spartekên xwe bi wext ji gund hat, li hemberî biryarê wiha bertek nişanda: "Li dibistana xwe bi Kurdî daxifim û bi hevalê xwe re dilîstim. Ger ez biçûma dibistana Tirkî, wê nehiştana ez bi Kurdî baxifim. Ez ji zimanê Tirkî hez nakim û bi Kurdî daxifim. Mamosteyê me bi Kurdî daxife û bi Kurdî perwerde dide. Hevalê min bi Kurdî daxifin û li malê em bi Kurdî daxifin. Bila dibistana me vekin. Em zarokin, hûn çi ji me dixwazin."
'DERDÊ WE ÇI YE?
Rêber ê ku dibêje "Ez naçim dibistana Tirki. Qet qet ez ê neçim", di der barê biryara girtina Zarok TV'de hêstên xwe wiha anî ziman: "Tenê qenalêkê zarokan hebû. Wî jî girtin. Ez ji fîlmên Zorak TV, Çolistana Oskar, Welatê Mirişkan û Sedrîk hez dikim. Ez hindî televîzyon temaşe nakim. Qenalên nûçeyan jî girtin. Hemû qenalên Kurdî girtin. Pêşî Zorak TV, paşê jî dibistana me girtin. Bila hemû mirov bên alikariya me da ku em qenal û dibistan xwe bidin vekirin." Rêber, bi van pirsan dayî li gotênê xwe anî: "Derdê we çi ye bi dibistana me re? Hepkî tenê dibistana Kurdî hebûn, derdê we çi ye?"
'BILA DESTÊ XWE JI DIBISTANA ZAROKÊN ME BIKŞÎNIN'
Dayîka Rêber Gûrbet Macar, biryara girtina dibistana Ferzad Kemanger şermezar kir û got wê 2 zarokên xwe ji neçarî şandiye dibistana Tirkî, lê Rêber şandiye dibistana Kurdî. Macar, da zanîn ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê xwe perwerde bibînin û wiha got: "Her kes bi zimanê xwe perwerde dibîne. Çima zimanê me qedexeye. Ev sê salê lawê min dice dibistana Kurdî. Bila destê xwe ji dibistana zarokên me bikşînin."
'EM KURD IN Û MAFÊ XWE DIXWAZIN'
Gûrbet Macar diyar kir ku kurê wê bi Tirkî nizane û ji ber girtina Zarok TV pisikolojiya wî xerab bûye. Macar, got ku ew li hemberi pirsên Rêber ên di derbarê girtina Zarok TV de neçar mahane û nizanin bi çi awayî bersiva wî bidin. Macar, wiha dawî li axaftina xwe ani: "Ji vê seatê û şûnde em Rêber naşînin dibistana Tirkî. Em kurdin û mafê xwe dixwazî. Hemû cîhan bi zimanê xwe diaxife û berwerde dibîne. Em jî dawa mafên xwe dikin."
'EM KURÊ XWE NAŞÎNIN DIBISTANA TIRKÎ'
Bavê Rêber Niyazî Macar jî bal kişand ser girtina qanalên radyo û televîzyonan û axaftina xwe wuha domand: "Çiqas destketiye kurdan hene, dixwazin tine bikin. Naxwazin kurd pêşkevin. Daxwaziya me eve ku kurd hemû bibin yek û li mafen xwe xwedî derkevin. Bila baş bê zanîn ku çi dibe bila bibe em kurê xwe naşînin dibistana Tirkî."
TAHIR: HÊVIYA ZAROKÊN ME GIRTIN
Hunermend Mizgîn Tahir jî berteke tund nîşanî vê biryarê da û bang li kurdan kir da ku li çanda xwe xwedî derkevin. Tahir, bal kişand ser destdirêjiya dewlata Tirk û ev tişt anî ziman: "Hêviya zarokên me girtin. Dibistana zarokên me girtin. Ti sedema vê girtine tine ye. Em çiqas bê deng dimînin, ew bi ser me ve tên û mafên me yê rewa ji destê me digrin. Lazim e kes bê deng nemîne û li vê dibistanê û heviyên zaroka xwedi derkeve."
Tahir destnîşan kir ku keça wê Çiya dema biryara girtinê bihîstiye giriya ye û li ser wê bandorekê mezin kiriye. Tahir banga xwedîderketina çanda kurdî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bixwe keça xwe naşînim tu dibistanêkê din. An wê dibistana zarokên me vekin, an jî em ê li malên xwe zarokên xwe perwerde bikin. Ez ti car nahêlim keça min bi ziman û çandekê biyanî perwerde bibîne."