Em şoreşgerê mezin şehîdê Gulanê rêhevalê Hakî Karer bibîr tînin - Sozdar Avesta

18'ê Gulanê... salvegera şehadeta şoreşgerê mezin rêhevalê Hakî Karer. Gulan meha şehîdan e; meha ku Denîz, Çaran, Îbrahîm Kaypakkaya û gelek şoreşgerên mezin gihîştin şehadetê û têkoşîna xwe bêmirin kirine.

18'ê Gulanê... salvegera şehadeta şoreşgerê mezin rêhevalê Hakî Karer. Gulan meha şehîdan e; meha ku Denîz, Çaran, Îbrahîm Kaypakkaya û gelek şoreşgerên mezin gihîştin şehadetê û têkoşîna xwe bêmirin kirine.

Gelê Kurd gelê herî kevnare yê vê herêmê ye. Ji gelek pêşketinên dîrokî-çandî re çavkanî û pêşengtî kiriye. Bi daneheviyên xwe yên dîrokî û çandî re, bi sedan salan bi gelên herêmê re di nava aştiyê de jiya ye. Hemû gelên li herêmê li dora van nirxên komunal û çandî civiyan û bi sedan salan bi hev re di nava biratiyê de jiyan. Lê belê êrîşên hêzên kapîtalîst ên di oxira desthilatdarî û pere de li herêmê kirin, biratiya gelan û aştiya herêmê ji holê rakirin. Yekîtiya ku li dora nirxên çandî û komunal ava bû belav kirin, gel parçe parçe kirin. Yek ji gelên ku nesîbeke mezin ji vê parçebûnê girt jî gelê Kurd e. Bi peymanên Kasri-Şîrîn, Sevr, Lozan û gelek prlanên veşartî û vekirî yên navneteweyî re Kurdistan û civaka Kurd gelek caran hatin parçekirin. Kurd ji xaka xwe hatin qutkirin û koçberkirin. Bi awayekî sîstematîk li qirkirinên çandî û fîzîkî rast hatin. Vê rewşê xwe gihandiye heta roja îro. Êrîşên dawî yên li Rojava û Şengalê jî weke dewama êrîşên hêzên kapîtalîst ên di rêveçûna dîrokê de kirin, rû dan.

Tevgera Azadiyê ya Kurd beriya 38 salan bi pêşengiya şoreşgerê mezin rêhevalê Hakî Karer û hevalên wî, ji bo guhertina çarenûsa Kurdan û gelên herêmê û bidawîkirina hesabên hêzên kapîtalîst ên li ser herêmê destpê kir. Ev koma biçûk a weke Apoyî dihat pênasekirin, cesareteke mezin, fedekarî û şoreşgeriyeke mezin nîşan dan û rastiya ku her kesî ji bîr kiribûn yan jî ditirsiyan bilêv bikin, anîn ser ziman; Li Kurdistanê mêtîngerî heye û divê were azadkirin. Ev yek cesareteke mezin, fedekariyeke mezin û şoreşgeriyeke mezin bû. Ji ber ku Kurdewarî û Kurdistan ji qirkirineke kûr a çandî û fîzîkî derbas bûbû, ji bîr û hişan hatibû birin. Gotinên ku bikaranîna wan jî qedexe bûn. Yên ev gotin bikar dianîn dihatin darvekirin, koçberkirin, sirgûnkirin, girtin, îşkence û li mirinê rast dihatin.

Kesê destpêkê yê ku ji bo vê têkoşîna şoreşgerî, fedekar û cesaret a Rêber Apo got ez jî heme rêhevalê Hakî Karer e. Rêheval Hakî bi eslê xwe Tirk, ji Ordûyê bû. Hevalekî ji kevneşopiya kedkarî û gelparêziyê ya Kardenîzê bû. Rêhevalên Hakî Karer û Kemal Pîr, bûn rêhevalên destpêkê yên xwedî li nêrîn û têkoşîna Rêber Apo derketin. Bi mezinî ji biratiya Kurd û Tirkan bawer dikirin. Baweriya wan xurt bû ku azadiya Tirkiyeyê bi azadiya Kurdan dibe. Mîsyona ji nû ve avakirina biratiya her du gelan danîbû pêşiya xwe û ji Rêber Apo re rêhevaltî dikir. Ji ber vê yekê ji sala 1973'an ehta 77'an bi fedekarî, ked û hewldanek emezin li Kurdistanê geriya û tovên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd çand. Rêheval Hakî, dema komê biryara vegera li Kurdistanê da rahişt betaniya xwe û du parçe ji eşyayên xwe û diyar kir ku ew amade ye ji bo çûyîna Kurdistanê. Halbûkî ne Kurdistan nas dikir, ne bi Kurdî dizanîbû ne jî gelê Kurd.. Yekane tişta pê dizanîbû ew bû ku li Kurdistanê gelekî divê were birêxistinkirin, zanekirin û azadkirin heye. Rêhevalê Hakî bi vê bîr û baweriyê li Kurdistanê xebateke xurt a rêxistinbûyînê meşand û bi sedan ciwanên Kurd tevlî refên têkoşîna azadiyê kir.

Rêhevalê Hakî hevalekî ku rêbaz û ûslubê Rêbertiyê zû bi dest xist û bicih anî. Rêber Apo ji bo Hakî Karer digot, 'Ew ruhê min ê veşartî bû'. Tevgera Apoyî, Apoyîtî bêyî rêhevalên Hakî Karer, Kemal û Mazlûm Dogan nikare were vegotin. Pênasekirina Apoyî bêyî wan, kêm e.

Ev şoreşgerê mezin di encama komploya dewlet û nokerên Kurd, di Gulana 1977'an de şehîd ket. Komplokeran bi taybetî rêhevalê Hakî hedef girtibûn. Mîsyona pêşengtiyê û bandora wî ya di nava têkoşîna azadiyê de hesap kirin û bi şehadetê re xwestin derbeke mezin li koma Apoyî bixin. Lê belê, tevî ku di ser şehadeta rêhevalê Hakî Karer re 38 sal derbas bûn jî hînê li xaka KUrdistanê cihê ku Hakî tovên têkoşîna azadiyê lê çand, şitlên azadiyê bê hejmar şîn dibin. Dema rêhevalê Hakî şehîd ket Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK hînê ava nebûbû. Rêber Apo ji bo şoreşgeriya mezin û ked, fedekariya mezin a ji bo têkoşîna azadiyê ya rêhevalê Hakî bêmirin bike, ji bo şitlên wî çandine mezin bike û biratiya gelan ji nû ve şîn bike, PKK ava kir. Rêber Apo weke bersiva li şehadeta rêhevalê Hakî PKK ava kir. Bi partîbûyîna Apoyiyan re tola herî mezin ji komplokeran hat hilanîn. Partîbûyîna Apoyiyan bêmirinbûyîna rêhevalê Hakî bû. Rêhevalê Hakî şehîdê destpêkê yê tevgera Apoyî bû û PKK li ser bîranîna vî şehîdê mezin ê Gulanê ava bû. PKK weke partiyeke şehîdan ava bû. Weke partiya xwedîderketina li bîranîna şehîdan, temamkirina hewldana şehîdan û bêmirinkirina partiya şehîdan ava bû. Pêngava partîbûyînê ya li pêşberî şehadeta rêhevalê Hakî hat avêtin, di nava PKK'ê de veguherî kevneşopiyeke têkoşînê. Êdî her êrîşa li  hemberî têkoşîna azadiyê, her derbe û komplo, her êrîşa li hemberî gelê Kurd wê bibûya wesîleya pêngaveke mezin, xurtkirina têkoşînê. Li pişt serketina leşkerî û siyasî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd bê guman ev kevneşopiya têkoşînê ya bi rêhevalê Hakî re bi pêş ket, heye. Li pişt berxwedana Şengalê û Şoreşa Rojava jî ev kevneşopiya 38 salan a têkoşînê heye. Ya ku gelê Kurd û gelên herêmê azad bike jî ev kevneşopiya têkoşînê ye. Ev yek kevneşopiyke xwe ji çanda berxwedanê ya forma herî kevin a civakî xwedî dike ye. Hêzên global ji bo vê kevneşopiya berxwedanê bişikînin serî li her rê û rêbazan dan û hînê jî serî lê didin. DAIŞ, êrîşa herî mezin a sîstemê ye li hemberî vê kevneşopiya têkoşînê tê kirin.

Lewma cih û girîngiya rêhevalê Hakî Karer di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de gelekî mezin e, dîrokî ye. Bi vê wesîleyê em careke din şoreşgerê mezin rêhevalê Hakî Karer bibîr tînin û li pêşberî têkoşîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin...