Em salek e nû pêşwazî dikin-Cemal Şerîk

Em salek e nû pêşwazî dikin-Cemal Şerîk

Piştî bibîranîna salvegerên komkujiya Gurgum û Roboskê em salek e nû pêşwazî dikin. Li welatên din mirov dê bi peyam û daxwazên cuda sala nû pêşwazî bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Westana sala ku der bas bû, tiştên ku hedef hatin girtin û bi dest nehatin xistin, hêviyên ji bo pêşerojê, di mirovan de hest, hêvî û bendewariyan diafirîne.

Çapemenî dê îro di weşanên xwe de cih bide van amadekariyan. Dê manşet li gorî vê bên avêtin, wêne li gorî vê bên bijartin û daxuyanî bên dayîn. Ev tişt dê kêfa xwendevan û temaşevanan bîne.

Lê mixabin li gorî rastiya welatê me, ev ne mimkun in. Dê wisa jî nebe. Ji ber vê yekê roja yekem a sersala nû dê rastiya ku gelê me dijî vebêje. Dê dîsa, êrîşên komkujiyên siyasî, tevgerên îmhayê yên leşkerî, bombebarana çiyayan, bombeyên gazê yên polîsan, cop û ava şid, mirin hwd. bibin rojeva yekemîn.

Em bi van hevokan sersala nû pêşwazî dikin û ev nayê wê wateyê ku tu hêviyên me ji bo serslala nû tune ne. Wekî hemû gelan, hêviyên gelê kurd jî ji bo sersala nû hene û dê bixwazin di sala nû de van hêviyên xwe pêk bînin. Ev mafê herî xwezayî yê gelê kurd e. 40 sal in gelê kurd di nav şerekî de ye û ev bêtir kurdan mafdar dike. Gelê kurd gelek berdêl dan, êş kişandin, ji ber vê yekê gelê kurd ji gelên din bêtir xwedî hêvî û bendewariyan in. Kurd dê li gorî vê rastiya di sala nû de bêtîr hêvî û daxwazên xwe bînin ziman. Li gorî vê rastiyê, gelê kurd wekî ku di sala borî de qet tiştek nebûye tevnagerin û bi şahiyên mezin sala nû pêşwazî nakin. Jixwe rastiya welatê me û êşên ku tên kişandin rê nadin vê yekê. Çend roj berê salvegera komkujiyan bû û careke din ev êş hatin kişandin û ev yek jî ji vê yekê re destûr nade. Divê demeke ku hêj êrîşên îmha, înkar û komkujiyê didomin, Serokatî di bin esaretê de ye, tu kes helwesteke bi vî rengî nîşan nede.

Di vê çarçoveyê de ji bo sala nû hêviyên me jî hene. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me yên bindest, welatê me ku ji aliyê serdestan ve hatiye dagirkirin û li benda rizgariyê ye û wekî hemû gelên cîhanê mafê me heye em jî jiyaneke azad û bi edalet bijîn. Ev yek mafê yê herî bingehîn û xwezayî ye.

Jixwe ji bo pêşeroj û sala nû ji van cudatir hêvî û bendewariyên me tune ne. Lê em di vê ferqê de ne ku ev wisa bi hêsanî nayên bidestxistin. Rastiya dijmin jî îmkanê nade ku em li pey xeyalên xaf bikevin. Dema amadekariyên sala nû tên kirin, serokwezîrê dewleta AKP’ê ya dagirker R. T. Erdogan bi daxuyaniyên xwe ve ev rastî bêtir raxistiye ber çavan. Di axaftina wî de rik, dijminahî ji her avahî xwe dide der. Hebûna pirsgirêka kurd înkar dike û aniye ziman ku ji bilî înkar û komkujiyan tu derfetê nade kurdan.

Wateya vê zelal e. Dewleta AKP’a dagirker dê di sala nû de zext û zordariyên li hemberî gelê kurd tê meşandin zêdetir bike. Li hemberî vê yekê, ji gelê kurd re ji bilî berxwedan û têkoşînê tu rê namîne. Ji ber vê yekê ye ku divê kurd di sala nû de bêtir ji bo azadî û rizgariyê têbikoşin û bi biryar bin.

Di sersala nû de soza vê yekê jî hatiye dayîn. Bi daxwazên Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad û Xweseriya Demokratîk ve ev anîne ziman. Gavên ku sala par hatin avêtin û serkeftinên ku hatin bidestxistin, dibe sedem ku em ji bo sala nû bêtir bibin xwedî hêviyan.

Rêber Apo berxwedaneke ku li cîhanê mînakên wê tune ne dide meşandin, rê li pêşiya hemleyên nû yên ji bo Têkoşîna Azadiya û Demokrasiyê vekiriye. 500 rojî zêdetir in tecrîdeke girankirî tê meşandin û di bin van şert û mercan de ev yek pêk aniye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi Operasyonên Şoreşgerî derbeyên mirinê li Artêşa Tirk xistiye û wê bê bandor hiştiye. Li rojavayê Kurdistanê gelê me ji bo avakirina Xweseriya Demokratîk mevziyên girîng bi dest xistine. Deskeftiyên ku sala par hatin bi destxistin, dibe sedem ku ji hemû kesî zêdetir em ji bo sala nû bibin xwedî hêviyan. Em bi biryar pêkanîna van hêviyan û sozdayînê ve dikevin sala nû.

Di vê çarçoveyê de sersala hemû gelê me yê welatparêz, hemû derdorên şoreşger, demokrat û mirovhez pîroz be.

*Azadiya Welat