'Em ê nehêlin çapemeniya azad bêdeng bikin'
Hevserokê YRA Ekrem Berekat got, "Weke rojnamevanên Rojavayî em ê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemînin. Bi çalakiyên xwe, em dest bi pêngaveke nû dikin."
Hevserokê YRA Ekrem Berekat got, "Weke rojnamevanên Rojavayî em ê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemînin. Bi çalakiyên xwe, em dest bi pêngaveke nû dikin."
Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a li Rojavayê Kurdistanê Ekrem Berekat da xuyakirin, ku êrîşên li Tirkiyeyê yên li dijî çapemeniya azad, bi rawestandina weşana qenalên Med Nûçe û Newroz TV re gihîştine asta navneteweyî.
Berekat diyar kir, bi birîna weşana qenalên alternatîf ên weke ÎMC TV û Med Nûçeyê re, hewl tê dayîn civakeke ko, lal û ker were afirandin û der barê tevlîbûna Fransayê ya li vê konsepta êrîşan Berekat ev nirxandin kir: "Tirkiye ji xwe bi faşîzm û êrîşên xwe yên li dijî ramanê azad, gelan û jinan tê naskirin. Tê zanîn, ku dewleteke azadiya ramanê nas nake. Ne tenê dewleteke ji yek rengî, niha dixwaze dewleteke ji yek partî, yek şexsî yanî dîkta Erdogan bê avakirin. Ev êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê belê, welatê Fransayê ku xwe weke alîgirê mafên mirovan û azadiyê nîşan dide, qutkirina weşana van qenalan erê kir. Xuya ye azadîparêziya Fransayê bi tenê di gotinê de ye."
'DI HEDEFÊ DE KURD HEMÛ HENE'
Berekat têkildarî hevpariya Fransa û dewletên Ewropayê li van êrîşên dewleta Tirk got, "Sedema bingehîn a vê yekê, siyaseta wan a qirêj û hevkariya wan a li dijî xeta civaka azad û gelan e. Kapîtalîzm naxwaze nêrîn, berxwedan û xeta jiyana nû ya Kurdan xwe bigihînin civakan û raya giştî. Nêrînên dewletan ên di vî warî de, yek e.
Her kes dizane bê gelê Kurd gelekî çawa leheng û berxwedêr e. Ew jî dixwazin pêşî li vê berxwedana gel bigirin. Ji xwe, ji bo gelê Kurd bitepisînin, destek dan çeteyên DAIŞ'ê û komên din ên çete. Lê bi ser neketin. Niha jî bi bêdengkirina çapemeniya azad dixwazin dengê vî gelî bibirin. Tenê qenalên televîzyonê nehatin girtin. Ajans û rojnameyên me bi sedan caran hatin girtin. Herî dawî weşana qenala Newroz TV a ji bo Rojhilatê Kurdistanê hat birîn. Yanî ne tenê Bakurê Kurdistanê, temamiya Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê di hedefa wan de ne. Ji ber ku gelê Kurd îspat kir ku xeta civaka azad diparêze û pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn re dike. Lewma êrîşî çapemeniya Kurd dikin."
'RAWESTANDINA WEŞANÊ, KAREKÎ LI DERVEYÎ HIQÛQÊ YE'
Berekat da zanîn, qenalên weşana wan hat sekinandin û girtin, karekî li dijî qanûnan nekirine û got, "Med Nûçe qenaelek nûçeyan e û ji bo ronîkirina rastiyan nûçegihaniyê dike. Newroz TV bi giranî ji bo gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê weşanê dike. Di van qenalan de weşanek li derveyî pîvanên rojnamevaniyê nehatiye kirin. Girtina van qenalan karekî li derveyî hiqûq û qanûnan e. Welatên ku xwe weke dewletên hiqûqê pênase dikin, dibin hevparê êrîşên faşîst ên dewleta Tirk. Û hiqûqa xwe binpê dikin."
'BI ÇALAKIYÊN XWE, EM DEST BI PÊNGAVEKE NÛ DIKIN'
Berekat diyar kir, tevî nerazîbûnan jî êrîşên li dijî çapemeniya azad û mûxalîf dewam dikin û li ser xebatên YRA yên li dijî van êrîşan wiha axivî: "Weke rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê, me civînek pêk anîn û gihîştin encamekê. Weke gava bingehîn me komîteyek ji 10 kesan ava kir. Ev komîteya me, ji bo li dijî van êrîşan têbikoşe, wê bi 2 beşên cuda bixebite. Ya yekemîn; ji bo şermezarkirina van êrîşan em ê metnekê amade bikin û di serî de rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê wê hemû rojnamevanên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat mora xwe deynin binê vî metnî. Em ê vê metnê radestî rojnamevanên sînornenas û hemû saziyên çapemeniyê yên navneteweyî bikin."
Berekat anî ziman, ku ew ê ji bilî vê kampanya îmzeyan çalakiyên cuda jî lidar bixin û got, "Em ê li pêşberî êrîşan bêdeng nemînin." Berekat bang li çapemenya Kurd û hemû saziyên çapemeniyê yên navneteweyî kir, ku li dijî van êrîşan bisekinin.