Koordînasyona Komalên Ciwan, Şehîdên Meha Gulanê bibîr anî. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Xeyalê cîhaneke din îro di nav tevgera ciwanan de û bi mîmartiya Rêber Apo ku pêş dikeve wek ‘Rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad’ berbiçav dibe.”
'EM Ê NIRXÊN AVAKIRINE BIPARÊZIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna PKK’ya bi şehadeta yek ji pêşengên tevgera ciwanan a Kurdistanê Hakî Karer hat avakirin, veguheriye serketinê meha şehîdan tê pêşwazîkirin û wiha hat gotin: "Em tevgera ciwanan bi hemû hestên şoreşgerî rastiya şehîdan ji kûr ve hîs dikin, soza xwe ya em ê nirxên ava kirine heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin dubare dikin.”
'XEYALÊ WAN WEK RIZGARIYA DEMOKRATÎK Û AVAKIRINA JIYANA AZAD BERBIÇAV DIBE’
Di daxuyaniyê de şoreşgerên Tirkiyeyî Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyin Înan û Îbrahîm Kaypakkaya hatin bîranîn û wiha hat gotin: “Xeyalê cîhaneke din îro di nav tevgera ciwanan de û bi mîmartiya Rêber Apo ku pêş dikeve wek ‘Rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad’ berbiçav dibe.
Şehadeta heval Leyla Qasim a di têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê de wek abîdeya berxwedanê navê xwe nivîsand û bû sembola bingehîn a jinên ciwan jî di meha Gulanê de pêk hatiye. Pêşengiya pêwîst a jin û ciwantiyê kiriye, li hember serwerên Kurdistan kirine mêtingeh bersiva pêwîst daye, bi serbilindî ber bi sêdarê ve çûye û bûye sedema hişyarbûna bi hezaran jinên ciwan ên Kurd.
Destwerdanên şoreşgerî yên ciwanan ên bi lez û bez belav bûn, di salên 70'yî de bi PKK'ê re derketin asta herî bilind. Rêhevalên Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner ên di meha Gulanê de tevlî karwanê şehîdan bûn, bi vê çalakiya xwe re perspektîfa 'teslîmiyet ber bi xiyanetê, berxwedan ber bi serketinê ve dibe' ji ciwanên Kurdistanê re hiştine. Rêhevalê me Hakî Karer ê di 18'ê Gulanê de ji aliyê hêzên noker û faşîst ve hat qetilkirin, bi pratîka xwe re rol û mîsyona pêşengiyê hînî ciwanên Kurdistanê kiriye.
Ji milîtanên pêşeng ên tevgera ciwanên Kurdistanê ku li ser vê mîrateya şehîdan şikil girtiye rêhevalê Mawa di 19'ê Gulanê de şehîd ketiye. Rêheval Mawa ku di rêya Hakî Karer û Çaran de bi pêş ve diçû, mîna rêberên şoreşgerî di meha Gulanê de tevlî karwanê şehîdan bûye. Rêhevalê Mawa di xebatên xwe yên ciwanan ên bi bawerî û fedekariyeke mezin meşand de, bûye vegotina canfedaîtiyê. Bi pêşengtiyeke rast re, tevlîbûna rast a li şoreşê, di asta manîfestoyeke pratîkî nîşanî me daye."
Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn ku di nava PKK'ê de xwedîdeketina li şehîdan û bersiva li wan, her tim bi avêtina gavên mezintir bûye û got, "Têkoşîna bi salan a PKK'ê ya bi şehadeta rêhevalê Hakî Karer re ava bû, wê di roja îro de bi 'avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk' a bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê re, bi serketinê tacîdar bibe."
BANGA LI CIWANAN
Di daxuyaniyê de ev bang li ciwanan hat kirin: "Em bang li ciwanan dikin ku di rêya şehîdan nîşan dane de bimeşin, xeyalên azadiyê bicih bînin, ji bo vê jî cihê xwe di nava refên azadiyê de bigirin. Bîranîna şehîdên me wê têkoşîna me her ronî bike. Wezîfeyeke dîrokî ye ku tevahiya ciwanên Kurdistanê xwedî li van bîranînan derkevin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo bicihanîna vê wezîfeya dîrokî li refên herî pêş cih bigirin."