'Em dê rabin û rûnin bêjin Roboskî'

'Em dê rabin û rûnin bêjin Roboskî'

Roja 28’ê berfanbara 2011 balefirên şer ên Tirk li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê piraniya wan zarok 34 Kurd qetil kirin. Di salvegera yekemîn a komkujiyê de li Roboskiyê hêrs û kîn heye. Gelê gund ji bo pêşwazîkirina kesên ku ji bo parvekirina êşa wan tê Roboskiyê li qada gund kom bûn. Gundiyên Roboskiyê tîşortên li ser “Em ê rabin û rûnin bêjin Roboskî” li xwe kirine û peyam didin ku ew ê tu carî komkujiyê ji bîr nekin.

Wêne: ROZAN SERHAT/ANF/ROBOSKÎ