Elmas ê YPS’yî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPS’ê Îbrahîm Elmas (Laşer Suruç) ê ku di şerê li navçeya Dêrik a Mêrdînê derketî de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPS’ê Îbrahîm Elmas (Laşer Suruç) ê ku di şerê li navçeya Dêrik a Mêrdînê derketî de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê Îbrahîm Elmas (Laşer Sûrûç) ê YPS'yî ku di 22'yê Îlonê de di şerê li Taxa Mazîdagê ya Dêrik a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê xwe yî li sînorê Kobaniyê hat definkirin. Cenazeyê Elmas yê ku malbata wî li Qoserê ew teşxîs kir, pêşî anîn Pirsûsa Rihayê.
Li vir bi sedan welatî cenaze pêşwazî kirin û paşê bi konvoyekê cenaze birin gundê Zehwanê yê li sînorê Kobaniyê. Li têketina gund cenazeyê Elmasî, hat wergirtin û li ser milan bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehit namirin", "Ey şehit xwîna te li erdê namîne" heta goristanê hat veguhastin.
Piştî wecîbeyên olî, Elmas li ber "Çerxa Şoreşê" hat definkirin.
Di merasîma cenazeyî de Xanim Yavûzel, dayika Mehmet Yavûzel ê ku li Cizîrê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da jî cih girt. Yavûzel li dijî kesên ku dengê xwe didin AKP'ê bertek nîşan da û wiha got: "Em wê negirîn. Em wê li pêşberî we negirîn. Ev ciwanên me dikevin bin axê. Berprisiyarê vê dewlet e. Berpirsiyarên vê AKP'yî ne."
Piştre jî Rêveberê MEYA-DER'ê Halîl Çay jî axivî û anî ziman ku Îbrahîm Elmas şehîdê gelê Kurdistanê ye. Çay wiha wiha anî ziman: "Îbrahîm ji bo her çar perçeyên Kurdistanê bigihên hev û ji bo jiyaneke azad ava bike, ket bin axê. Em eê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Pirsûs bûye diyarê şehîdan."
Piştî merasîma li goristanê, gel çû Mala Şînê ya Mûstafa Dag.