Li Êlihê di Pêşingiya DOKH’ê de li hemberî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin bi girseyî daxuyanî hat dayîn û bûyer hat şermezarkirin. Odeya Tabîbên Êlihê jî bi daxuyaniyekê qetilkirin şermezar kir.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li hemberî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin ya li Parîsê pêk hat bi girseyî daxuyanî da çapemeniyê û komkujî şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya BDP’a Êlihê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hevparên DOKH’ê, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Şaredarê Hezoyê Reşît Haşîmî, rêveber û endamên KURDÎ-DER, MEYA-DER, BDP û bi sedan welatî amade bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta wêneyê siyasetmera û bi nivîsa “Em qetilkirina li hemberî jinên Kurd ên siyasetmedar şermezar dikin” hat vekirin. Li ser navê girseyê Berdevak bajêr a HDK’ê ya Êlihê Prz. Leyla Orak daxuyanî xwend. Orak bi bîr xist ku li Parîsê li buroya Enforamsyonê ya Kurd ew qetilkirina sê siyasetmedarê Kurd ên jinên ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya têkoşînê kirine gorî bi tundî şermezar dikin.
Orak diyar kir ku, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez, din av tevgera azadiya Kurd û di nava têkoşîna azadiya jinê de jî neferên girîng bûne. Orak bal kişand ser komkujiyê û wiha got: “Em wek jinan pêşî dixwazin Fransa demek beriya demekê vê bûyerê ronî bike û em dixwazin bibînin ku dê bi vê zîhniyeta qetilkar ne gihîje tu cihê. Em dizanin ku, dê gelê Kurd li hemberî vê komkujiyên bê bersiv nemîne û heta komkujî ronî bibe dê bê deng nemîne. Em bejna xwe li ber têkoşîna sê hevalê xwe yên jin di tewînin û bi rêzdarî bibîr tînin. Em heta dawiyê soz didin ku dê têkoşîna wan derbikeve asta herî jor.”
Piştî daxuyaniyê girse bi slogana “Şehîd namirin” bertekên xwe anîn ziman û çalakî bi dawî bû.
ODEYA TABÎBAN YA ÊLIHÊ ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIR
Li aliyê din Odeya Tabîban a Êlihê (BTO) li avahiya xwe, qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd şermezar kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BTO’yê amade bûn. Serokê BTO’yê Dr. Mehmet Demîr daxuyanî xwend. Demîr bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku, astengiya hevdîtinên bi Ocalan re û grevên birçî bûne ku ji du mehan zêdetir domkiri gelê Kurd û Tirk ber bi xetên fayê yê kûr ve kişandiye û got pêvajoyek kûr hatiye jiyan kirin.
Demîr da zanîn ku, hevdîtinên li Îmraliyê pêk hatine kelecanek û ji bo vî welatî wek av û nan pêdiviye û hêviya aşîtiyê zêde kiriye û wiha got: “Lê çi feyde li aliyekî ev geşedan di qewimin, lê li aliyê din rayederên hikûmetê bi zimanekî êrîşkar û tewanbar axaftinê wan di dome û dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Li gel vê di sersalê de li Licê 10 gerîllayan jiyan xwe ji dest dan û ji bo bersivdayîna vê opersyonên leşkerî domiyan. Li hemberî vê di encam êrîşa bersivdayîna HPG’ê ya li Çelê de bi dehan leşker û gerîla jiyana xwe ji dest dane. Beriya rojekê jî li Parîsê sê jinên kurd ên siyasetmedar di encama sûîkastê de jiyana xwe ji dest dan.”
Demîr destnîşan kir ku, rayederên Fransayê bila demek beriya demekê berpirsyarê vê êrîşa xwînxwarî derbixin holê û got ku êrîşkar derbikevin holê dê gelek bi wijdanî û mirovane be.