Elewî li Mereşê li dijî wargeha konteyneran li ber xwe didin
Li hemberî wargeha konteyneran a ku dewleta Tirk dixwaze li Mereşê çêbike, Elewî li ber xwe didin.
Li hemberî wargeha konteyneran a ku dewleta Tirk dixwaze li Mereşê çêbike, Elewî li ber xwe didin.
Li taxa Sîvrîce Hoyuk a ser bi navenda Mereşê, dewleta Tirk dixwaze li ser erdekî ji 375 donimî wargehek ji konteyneran ava bike. Lê Elewî dibêjin ev proje wê zerarê bide qada wan a jiyanê û bi pêşengiya Platforma Jiyanê ya Mereşê bi nobeda kon re dest bi berxwedanê kirin. Gel derketin pêşiya maşînên kar. Rêxistinên civakî yên sivîl jî destekê didin wan. Gel diyar kir ku ew ê bi şev û roj li qadan be.
Serokê Komeleya Erenler Muslum Îbîllî li qada çalakiyê daxuyaniyek da û diyar kir, ku ji ber kampa bê çêkirin wê qada jiyanê ya welatiyan teng bike, ew li dij derdikevin. Îbîllî xwest destek ji daxwaza mafdar a Elewiyan re bê dayîn.
Li hemberî maşînên kar, çalakiya nobedê ya Elewiyan dewam dike.