Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî ji aliyê zêdetirê sedhezar kesan ve bi dirûşima "Şehîd namirin" û sruda "Çerxa Şoreşê" hate birêkirin. Di axaftinên merasîma cenaze de hatin kirin wasiyeta Elçî yekîtiya kurdan bû hate diyarkirin.
Cenazeyê Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî ji Amedê tevî Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Sirri Sakik, Adîl Kurt, Îdrîs Baluken, Emîne Ayna, Nursel Aydogan, Altan Tan, Ertugrul Kurkçu, Ayla Akat, Nursel Aydogan, Esat Canan, Erol Dora, Sebahat Tuncel, Parlementera Amedê ya serbixwe Leyla Zana, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrıkulu û Parlementerê CHP'ê yê Dêrsîmê Huseyîn Aygun, Birayê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî Sîdar Barzanî, Sekreterê Giştî yê PDK’ê Fadil Mîranî, hunermend Ferhat Tunç, Suavî, Teknîk Dîrektorê Çaykur Rîzespor Mustafa Denîzlî, gelek akademîsyen, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, şaredarên Bakûrê Kurdistanê, rêvberên BDP'ê û bi deh hezaran kesan bi karwaneke girseî anîn Cizîrê.
Li Mêrdîn û Nisêbînê bi sedan kes derketin ser kolanan û konvoya cenaze bi slogana "Şehîd namirin" pêşwazîkirin. Kovoya cenaze bi wesayîtên di rê de tevlîbûn de bi hezaran wesayîtan cenaze anîn Cizîrê.
Karwanê cenaze li Cizîrê ji aliyê deh hezaran kesan ve bi sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Piştî cenaze gihişte Cizîrê hejmara girsreyê sed hezar derbas kir û Kolana Nisêbînê ji trafîkê hate girtin û girseyê dest bi meşê kir.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şerafettîn Elçî, alên PKK û KCK'ê û "Kurdistanê" hatin vekirin. Di meşê de pankratên "Roboski cane me ye, em canê xwe ji bir nakin" û "Em Roboskî jibîrnekirin û em jibîrnakin" vekirin. Cenazeyê Elçî bi meşê birin mala wî ya li taxa Kaleyê û piştî demekê li vir hate sekinandin darebesta bi alên "KCK" û "Kurdistanê" hate pêşandin û li ser milan hate hilgirtin.
Cenazeyê Elçî bi sloganên "Şehîd namirin" anîn Mizgefta Ulu û piştî li vir wecîbeyên olî bi cih anîn careke din li ser milan ber bi Goristana Asrî ya Cizîrê ve birin. Cenaze bi meşekî bi hempa anîn goristanê. Li vir cenazeyê Elçî bi tîlîlî û sloganan spartin axê.
Piştî rêzgirtinê sîrûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Piştre Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku ji bo gelê kurd Elçî têkoşîneke gelek mezin meşand û wiha got: "Birayê me Elçî tevkariyekî mezin da têkoşîna gelê kurd û em wî bi rûmet bîr tînin. Îro êşa me mezin e. Daxwaza birayê me Elçî yekîtiya kurdan û têkoşîna biratiyê bû. Serê gelê kurd sax be." Sekreterê Giştî yê PDK’ê Fadil Mîranî jî sersaxî li gelê kurd û malbata Elçî da û wiha got: "Min 42 sal berê Elçî dema ku li cem Mela Mustafa Barzanî têkoşîn dimeşand nas kir. Tevkariyekî mezin da têkoşîna azadiya gelê kurd."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wiha got: "Serê gelê kurd sax be. Em dê xwedî li mîrateyê wê yê têkoşîna aştiyê derbikevin. Em dê di riya wî de têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê xwedî li mîrateyê wî derbikevin. Herî dawî dema ku min ew dît û hevdîtin pê re kir ji min re got, 'Çavê min li pey min nîn e. Ji ber ku gelê kurd di nava yeketiyê de tev digere.'"
Piştî girse ji goristanê veqetiya li Kolana Nisêbînê wesayîtên polîsan di nav girseyê re derbas bûn û bûyeran dest pê kir. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxele li girseyê kir. Ji ber bombeyên gazê gelek kes jê bandor bûn.