Elçî: Ger kiryarên nediyar hatiban aşkera kirin Roboskî çênedibû

Elçî: Ger kiryarên nediyar hatiban aşkera kirin Roboskî çênedibû

Parêzerên Buroya Şirnexê û parêzvanên mafên mirovan yên piştgirî dan Dayîkên Şemiyê diyar kirin ku, heke di ser bûyerên kiryar nediyar de çûban îro komkujiya Roboskiyê rû nedida.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe heftane li ber dibistana Amadeyî Cizîrê li dar xistin. Parêzerên girêdayî baroya Şirnexê, parêzvanên mafên mirovan û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Nezîr Akaydin jî tevlî çalakiyê bûn. Kesên tevlî çalakiya Dayîkên Şemiyê bûn biboneya Hefteya Mafên Mirovan qurnefîl dan dayîkan.

Daxuyaniya hefteyê ji Parêzerên Baroya Şirnexê Ruya Elçî xwend û diyar kir ku, bi armanca piştgiriyê bidin dayîkên xizmên xwe di bûyerên kiryar nediyar de windakirin hatin. Elçî anî ziman ku, wan xwest piştgiriyê bidin dayîkên 3 salin her roja şemî nobetê digirin û windayên wan windayên wan in nîşan bidin. Elçî da zanîn ku, hikûmetê sê sal berê gotibû, "Cînayetên kiryar nediyar namînin" ji bo van gotinan bişopînin û hikûmetê soza xwe bi cih neyna li virin û wiha got:

"Heke ji biryarbûna wê demê paşve gav nehatiban avêtin, dibe ku bûyera par me jiyankir ya Komkujiya Roboskiyê nedijî. Bûyerên tarî dimînin her tim destên kesên dixwazin vî welatî tarî bikin bi hêz kirin. Li vî welatî lêborîn û kêmasiyên xwe qebûl bikin, dê hikûmet hêj bêhtir bi hêz bibin."

Elçî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li ser vî welatî kesên bav, bira, xwişk ji bidawîbûnê re rêkirin, hestiyên bav, zarok û birayên xwe di bîrên li Silopî û Cizîrê de derbixînin dua dikirin hebûn. Gelo êşên van kesan parvekirin gelek zore?" Elçî anî ziman ku, ew dê ji bo kiryarên cînayetên kiryar nediyar bên darizandin û komkujiya Roboskiyê bê zelalkirin têkoşînê bikin.