Elbîstan ji bo pêşwazîkirina Fîdan Dogan amade ye

Elbîstan ji bo pêşwazîkirina Fîdan Dogan amade ye

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku amadekariyên merasîma cenazeyê Fîdan Dogan a ku li navçeya Elbîstanê ya Gurgumê bispêrin axê bi dawî bûn û banga tevlîbûna merasima cenazeya Dogan bibin kir.

Piştî merasîma cenazeyên 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin Pençşemiyê li Amedê bi girseyî pêk hat dê bişînin warên wan. Cenazeyê Sakîne Cansiz ji Dêrsimê, yê Fîdan Dogan ji Elbîstanê û Leyla Şaylemez jî dê ji Mêrsînê re bê oxurkirin.

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan têkildarî merasîma cenaze ya dê roja înê li gundê Hançiplak a navçeya Elîbîstanê ya Gurgumê pêk bê agahî dan. Aydogan diyar kir ku di aliyê teknîkî de amadekarî bi dawî bûn û têkildarî merasîma cenaze de ev agahî dan:

"Cenazeyê Dogan dê înê saet di 06.00'an de bi rê bikin. Rêxistinên Riha, Semsur, Meletî, Hatay, Gurgum û Osmaniye jî dê tevlî karwanê cenaze bibin. Disa Hevseroka me ya giştî Gultan Kişanak, Rêxistina BDP'ê ya Amedê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û gelek wekîlên me dê tevlî merasîma cenaze bibin. Li bendê ne ku cenaze saet di 13.00'an de li gundê Hançiplakê yê ku li quntara Çiyayê Nurqekê bê definkirin. Banga me ji bo hemû gelê me ew e ku tevlî merasîma cenaze bibin."

Cenazeyê Dogan saet di 08.30'an de ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Rihayê li navçey Hewegê bi girseyî bê pêşwazîkirin. Saet di 09.30'an de li Semsurê dê bê pêşwazîkirin. Cenazeyê Dogan dê li navçeya Serê Golan a Semsurê ji aliyê rêxistinên BDP'ê yên Dîlok û Hatayê ve bên pêşwazîkirin. Saet di 12.00'an jî cenaze dê bigihije gundê Hançiplakê û saet di 13.00'an de dê bispêrin axê.