El Ezzam tecrûbeyên xwe yên demokratîk li akademiyê vegot
Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Huseyîn El Ezzam got, ji bilî wan ti projeya çareseriyê ya mûxalefetê û rejîmê nîne.
Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Huseyîn El Ezzam got, ji bilî wan ti projeya çareseriyê ya mûxalefetê û rejîmê nîne.
Li Akademiya Şehîd Farûk, ku ji şêniyên Ereb pêk tê û xebatên felsefeya neteweya demokratîk dimeşîne, 'Dewreya Şehîdên Şeddadê' bi rê ve diçe. Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Huseyîn El Ezzam tevlî dewreyê bû û diyar kir, ji bilî wan ti projeyeke çareseriyê ya mûxalefetê û rejîma Sûriyeyê nîne.
El Ezzam got, "Di nava me de yê bi rê ve dibe û yê tê birêvebirin, yê bindest û yê serdest nîne. Her kes wekhev û azad e."
El Ezzam da xuyakirin, ku hêzên xwe weke mûxalefetê bi nav dikin, şoreşa li Sûriyeyê ji rê derxistine, maşika hêzên derve ne û veguherîne çalakgerên çete û terorê li dijî gel. El Ezzam got, "Ev hêz dixwazin gelên Sûriyeyê ji aliyê mezhebî û çandî ve li ber hev rakin û bi vî rengî zerara herî mezin bidin gelên Sûriyeyê."
TECRÛBEYA XWESERIYA DEMOKRATÎK VEGOT
El Ezzam ragihand, çavkaniya nakokiyên heyî, nêzîkatiya tekparêz û neteweperest a rejîma Sûriyeyê ye û destnîşan kir, ksîstema rêveberiya xweseriya demokratîk pirrengî, demokrasî û azadiyê esas digire. El Ezzam diyar kir, tecrûbeyên rêveberiya xweseriya demokratîk nîşan dane, ku gel ne dijberên hev in, hev temam dikin û dewlemendiyek. El Ezzam di dewama axaftina xwe de got, "Tecrûbeya me ya çend salan û şerê me yê xweparastin, hesabê her kesî xera kir. Beriya her tiştî di nava sîstema me ya rêveberiya xweseriya demokratîk de di navbera yên bi rê ve dibin û yên tên birêvebirin de ti cudahî nîne. Ez niha weke rêveberekî li nava we me. Lê belê di nava çend rojan de dibe ku cihê min ê wezîfeyê bê guhertin û li vê akademiyê bibim rêveberek.
Dema mirov qala bihara Ereban an jî serdema gelan bikin, divê mirov vê ji bîr nekin; çirûska vê biharê û berxwedanê, bi berxwedana xwişk-birayên me yên Kurd a li dijî paşverûtiya herêmê ku di şexsê mêtîngeriya Tirk de meşand, dest pê kir. Di demekê de ku serdestan xwe gelekî serwer didîtin, Kurdan bi têkoşîna xwe ya demokratîk a li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê re bû çavkaniya îlhamê ji hemû gelan re. Berxwedana demokratîk a Kurdan weke biryara gelan an jî serdema gelan hat binavkirin. Lê belê ji ber ku raperînê li welatên Bakurê Afrîkayê dest pê kir, hin kesan ev yek weke Bihara Ereb pênase kirin. Ya girîng encam e û yê bûye çavkaniya destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî.
Rejîma Sûriyeyê bi salan hewl da yek partî, yek gelî bafirîne û hemû gel tine hesiband. Ji bo vê jî neteweperestiya Ereb derxist pêş. Neteweperestî rejîmeke bi jehr e ku hemû rengên civakê tine dike. Çavkaniya vê kaosa Sûriyeyê, rejîma tekparêz û netewperest e. Şoreşa Rojava bi rêveberiya xweseriya demokratîk re berevajî vê rejîmê, jiyaneke azad û bi hev re ya hemû reng, çand û baweriya gelan afirand. Em çiqasî karibin nêzîkatiya tekparêz û neteweperest a berê biguherînin, em ê ewqasî karibin şert û mercên jiyana bi hev re bafirînin. Divê em ji bîr nekin; em karibin bi rengekî aram û baş bi cîranên xwe û xwişk-birayên xwe re bijîn, em ê azad û serketî bin. Lewma biratiya gelan ne gotinek e, pêwîstî û siberoja me ya azad e, ku nebe nabe."
'JI BILÎ ME, PROJEYA KESÎ YA ÇARESERIYÊ NÎNE'
El Ezzam diyar kir, dema gel li Sûriyeyê rabû ser piyan, di nava çend mehan de di asta şoreşê de tevlîbûna gel çêbû, lê belê piştî ku hêzên derve tevlî vî şerî bû, şoreş ji rê derket û gelek hêzên çete û terorê derketin holê.
El Ezzam ev nirxandin kir:
"Van hêzan herî zêde zerar dan gelên Sûriyeyê. Ji aliyê mezhebî û çandî ve xwestin di navbera gelan de şer derxînin. Hêzên ku xwe niha weke mûxalefetê binav dikin, bûne çete ku berjewendiyên hêzên pê ve girêdayî ne diparêzin û terorê li gel dikin. Ji bilî me, ti projeya çareseriyê ya hêzên xwe weke mûxalefetê bi nav dikin û ya rejîmê nîne. Lewma sîstema me ya federal a demokratîk gelekî girîng e. Ev sîstema me xwe dispêre jiyana azad û bi hev re ya gel, bawerî, çand û zayendan. Ne tenê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, ji bo gelên li gelemperiya Sûriye û Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêviyê.
'BAWER BIN, WÊ BI SER BIKEVE'
Xebatên me yên li nava sîstema me û rêveberiya xweseriya demokratîk, bi dilxwaziya mirovan tên meşandin. Di nava rêveberiyê de dibe ku weke wezîfeyekê were dîtin. Lê belê ji ber ku em siberoja azad a gelan di nava vê sîstemê de dibînin, me ji vî karî hez kir û di nav de cih girt. Me bi derfetên gelekî kêm, zor û zehmetiyan dest bi vî karî kirin. Bi çend kursî û maseyeke ji rêzê me dest bi xebatên xwe yên sazîbûnê kir û sîstema me niha veguhereiye sîstema federe ya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku dikare hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike. Me ev sîstem veguherandin sîstemeke ku hemû gelên li Rojhilata Navîn dikarin bi hev re bijîn. Hûn, hemû hevalên li vir perwerdeyê dibînin, nûnerên vê sîstemê ne. Lewma nîqaşên we, perwerdeya we gelekî girîng e. Serketina hûn li vir bi dest bixin, wê weke siberoja hevpar a gelan derkeve holê. Bawer bikin ku li ser xeteke serketî ne û bi vî rengî tevlî bibin."