El Azzam: Ji bo Sûriyeyê rêya çareseriyê federalîzm e

Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê El Azzam destnîşan kir, ku pirsgirêkên li Sûriyeyê bi federalîzmê dikarin çareser bibin.

Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Huseyîn El Azzam, piştî komxebata du rojan a li Rimêlanê, ji ANF'ê re axivî.

El Azzam işaret bi girîngiya vê komxebatê ji bo siberoja gelên herêmê û Sûriyeyê kir û got, "Tecrûbeya 3 salan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê mînak e."

El Azzam diyar kir, tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tirs û fikarên gelê Ereb ji holê rakir û kir ku bibe yek ji hîmên bingehîn ên Sîstema Federal a Demokratîk. El Azzam got, "Em pê bawer in, ku sîstema me ya federal a demokratîk, ku xwe dispêre yekîtiya gel, çand û baweriyan, wê ji hemû pirsgirêkên li herêmê û Sûriyeyê bibe derman."

El Azzam bal kişand ser hêzên li derveyî sîstema federal ku xwe weke qaşo mûxalîfan bi nav dikin û anî ziman, ti derd an jî projeyeke van hêzan ji bo siberoja gelên Sûriyeyê nîne. El Azzam got, "Ev hêz, şer weke guhertina mezheb an jî desthilatdariyê dibînin."

El Azzam da zanîn, çavkaniya kaos û krîza li Sûriyeyê, feraseta netewe dewlet û mezhebîperestiya xwe dispêre tekperestiyê ye. Huseyîn El Azzam da xuyakirin, ku sîstema wan neteweya demokratîk ji bo Sûriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn esas digire û got, "Neteweya demokratîk, netewe-dewlet, yek partî, yek nîjad, yek çandê ku xwe dispêrin tekperestiyê, red dike. Sîstema neteweya demokratîk xwe dispêre felsefeyeke azadîparêz û hemû gel, çand, bawerî û zayend bi rengekî wekhev di nav de cih digirin."

El Azzam bibîr xist, ku li Sûriyeyê û gelemperiya Rojhilata Navîn cihê herî ewle û aram, Rojava û qadên rêveberiya demokratîk in û got, "Ev yek xwe dispêre felsefe û sîstemekê. Em dixwazin zîhniyeta netewe dewletê ji holê rakin û neteweyeke demokratîk ava bikin. Tevî ku ev sîstem nû ye, gelekî bala gelan dikişîne. Em bawerin di dema pêş de wê temamiya gelên Sûriyeyê tevlî vê sîstemê bibin û bi vî rengî pirsgirêkên xwe çareser bikin."

'EM Ê ÎLAN BIKIN'

Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Huseyîn El Azzam bibîr xist, ku ji gelek derdorên li gelemperiya Sûriyeyê tevlîbûn li komxebata li Rimêlanê bû û anî ziman, ku vê yekê hem li hundir hem jî li derve rê li ber reaksiyonên erênî vekir. 

El Azzam got, "Hin hêz ji ber sedemên cuda nekarîbûn tevlî komxebatê bibin. Lê em ê wan di dema pêş de tevlî bikin. Em ê xebatên xwe xurtir û leztir bimeşînin û di dema pêş de federasyona demokratîk ragihînin. Êdî kes nabêje federasyon tê wateya parçekirina Sûriyeyê. Ya tê gotin ew e; federasyona xala bingehîn a çareseriya prisgirêkên Sûriyeyê ye."

'ÇARESERÎ Û SIBEROJ BI FEDERALÎZMÊ DIBE'

Di dawiya axaftina xwe de El Azzam got, "Gel bi baldarî nêzî civînên di vî warî de tên lidarxistin dibe. Dixwaze sîstema federal baştir fêhm bike. Em dikarin bi hêsanî bêjin, sîstema federasyona demokratîk bûye hêviya tevahiya gelên Sûriyeyê. Di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de rê û rêbazeke din nepêkan e. Lewma yên li derve li hev dicivin û hewl didin li şûna Esad rûnên, ne bi gelê Sûriyeyê bi hêzên derve ve girêdayî ne û bi zimanê wan daxivin. Ev derdor naxwazin pirsgirêka li Sûriyeyê çareser bibe. Berevajî, dixwazin pirsgirêk dewam bike. Ji ber ku pirsgirêk biqede, wê rola van derdoran jî biqde. Em li gorî vê rastiyê dixebitin. Niha li 8 welatan nûnertiyên rêveberiya xweseriya demokratîk hene. Gelek welatên Ereb me qebûl dikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gav bi gav rewa dibe. Çareserî û siberoja Sûriyeyê di federalîzmê de ye."