11 cerdevanên di 21'ê tîrmehê de li gundê Nîşê yê Colemêrgê dest ji çekan berdan diyar kirin ku, teqez careke din çekan nagirin û serî li ÎHD'ê dan.
11 cerdevanên ji malbata Farûk û Dayan yên gundê Nîşê ya Colemêrgê nêzî 20 salin cerdevanî dikirin, di 21'ê tîrmehê de çekên xwe radestî Qereqola Cendirmeyan ya Peyanis kiribûn. Cerdevanên dest ji cerdevaniyê berdan serî li Şaxa ÎHD'ê dan û daxwaza piştgiriyê kirin.
Piştî serlêdanê li ser navê cerdevanan Fettah Farûk daxuyanî da û diyar kir ku, êdî ew aştiyê dixwazin û wiha got: "Me 11 cerdevanên li gundê Nîşê di 21'ê tîrmehê de çekên xwe radestî Qereqola Cendirmeyan ya Peyanisê kirin. Nêzî 20 salbûn me cerdevanî dikir. Êdî em aştî û aramiyê dixwazin. Ji ber wê yekê êdî em naxwazin cerdevaniyê bikin û yekê em li virin. Êdî em aramiyê dixwazin û em dixwazin xwîn bê rawestandin."