Ebû Mistefa Îmamî: Dema ku DAIŞ ketî Iraqê Tirkiye li kû bû?

Lîderê Tirkmen ê Kerkûkê yê Haşd El Şabî Ebû Mistefa Îmamî, bi tundî bertek nîşan da ku Tirkiye bikeve operasyona Mûsilê û got, "Dema ku DAIŞ’ê êrîş anî ser Mûsil û Telaferê Erdogan wê demê li kû bû?"

Îmamî got, di navbera wan û hikûmeta Tirk de problem hene û wiha domand, "Dema ku DAIŞ ketî Iraqê Erdogan li kû bû? Dema ku DAIŞ ketî Telaferê ku nifûsa wê 500 hezar bû, dema ku gundên Tirkmen bi dest xistî, yek şermezarî jî nedaye. Wê demê ev li kû bûn? Çima ev qasî man? Ên ku li Telaferê hatin qetilkirin ne Tirkmen bûn?"

Îmamî diyar kir, êdî hêzên Tirkmen hene û wiha berdewam kir, "Em ê welêt bi hemû hêza xwe biparêzin. Ev heqê me yê herî rewa ye. Wê demê me ji hemû cîranan alîkarî xwest. Me hawara xwe gihand hemû dinyayê. Ên ku wê demê aveke li vî agirî nekirin, dema ku dibînin ev agir tê tefandin, Tirkiye niha wê xwedî derbikeve? Ew ê bi rastî jî Tirkmenan biparêzin? Ev na parastina biraya ne."