Ebid: Gelê Ereb bi sîstema Federaliyê wê azadî û hizûrê bi dest bixe

Ji gelê Ereb û delegeyê Girê Spî Ebid, xwest ku her kes tevlî xebatên federasyonê bibin û diyar kir ku bi vê projeyê ve wê Ereb jî azadî û hizûrê bi dest bixin. Ebîd destnîşan kir ku wê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin.

Mûhammed Tayîh Ebid ê di xebatên federasyonê de wek Delegeyê Girê Spî cih digire, pirsên ANF’ê bersivandin…

Piştî meha Adarê ji bo nirxandina xebatên federasyonê we konferansek girîng li dar xistibû. Federasyon ji bo gelê Ereb tê çi wateyê?

Sîstema Federalî ji bo gelan sîstema herî guncav e. Herî zêde jî ji bo gelê Ereb derbasdar e. Hebûna projeyek wisa, fikirandina wê jî gelekî baş bû. Gelê Ereb hem ji ber rejîmê hem jî ber DAÎŞ’ê zehmetiyên mezin dîtin. Gelê Ereb jî ji destên van pir kişandin. Sîstema herî baş e ku gel karibin xwe ji tevahî serweriyê rizgar bikin. Ji ber ji derveyî sîstema navendî ye, ji ber navendîbûnê û zextê qebûl nake, hin hêzên derveyî û hevsengiyên hundirîn ji bo negihêje serkeftinê ketine nav hewldanan.

Niha em ji bo pêşnûmeya lihevkirina civakî bixin meriyetê hatin asta kongreyê. Êdî merheleya nîqaşê, agahdarkirinê li pey me ma, niha em derbasî pêvajoya praktîkê û avakirinê bûne. Sîstema federasyonê ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo dewletên din jî lazim e. Ji ber ku gelek dewlet hene ku ne homojen in, di nav xwe de hejmarek gel dihewînin. Ji bo ev dewlet demokratîk bibin, gel bi azad û wekhev bijîn, sîstemek gelekî guncav e. Sîstema demokratîk bi deng û hilbijartinan nabe. Pêwîst e her gel karibe xwe temsîl bike.

Êdî projeya federasyonê gihişt merheleyek girîng. Xwe û armancên xwe da nasîn. Ji ber vê jî li derve jî hate pejirandin. Pirsgirêkên herî zêde ji dewletên cîran tê, ev jî nîşan dide pirsgirêk ne ji me ye, ji mejiyên wan e.

‘FEDERASYON JI HER KESÎ RE VEKIRÎ YE’

Hûn dikarin behsa vê civîna xwe bikin? Tevlîbûn çawa bû? Dikarîbû nûnertiya gelên li Bakurê Sûriyeyê bike?

Beriya niha konferansek du rojan hate lidarxistin û temsîla gelên Sûriyeyê dikir. Yên tevlî bûn jî mirovên dildar û siberoja Sûriyeyê difikirîn. Nûnertiya tevahî gelên li Sûriyeyê hebûn. Ên li ser navê Sûriyeyê daxivin û bi hêzên din re tevdigerin jî pêwîst e werin. Siberoja Sûriyeyê, yekparebûna wê tenê bi gelên Sûriyeyê û di nav Sûriyeyê de dikare pêk were. Bila werin tevlî xebatên federasyonê bibin. Niha li Bakurê Sûriyeyê tiştên pir xweş çêdibin. Li vir hewl tê dayîn ku sîstemek demokratîk bê sazkirin. Gelên cur bi cur hewl nadin serweriyê li hev bikin, dixwazin bi xwiştî û biratî bijîn. Tevahî hewldan ji bo vê ne. Min ji bo kesên ku li derveyî Sûriyeyê dijîn, lê li ser navê Sûriyeyê daxivin name şand; min xwest vegerin Sûriyeyê û li vir tevlî xebatan bibin. Li vir ji bo xebatên Sûriyeyê derfet hê zêdetir in. Ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê li vir dikarin derfetên xebatan bibînin û heye jî jixwe. Li vir her kes xwedî maf e ku dikare azad baxive, bixebite. Eger dewletên din, hêzên din li pey xwe bigirin û bikevin nav praktîkan, wê ne ji bo berjewendiyên Sûriyeyê be. Wek mîna niha dewleta Tirk dike, wê rê li ber dagirkeran vekin. Xebatên federasyonê ji bo her kesî vekirî ne. Ji bo axaftin û pêkanîna azd, bila werin.

Ji meha Adarê û vir ve, danasînên xebatên federasyonê hebûn. Niha tevahî gelên li qada Bakurê Sûriyeyê nas kirin û qebûl kirin. Çi bê kirin jî ji bo civakê li gor lihevkirina civakî tê kirin. Ti tişt ne li dijî civak û gelan e. Niha em hêdî hêdî ber bi hilbijartinan ve diçin. Bi hilbijartinek azad û demokratîk ve wê federasyon ji merheleya nîqaş, danasînê derbasî avakirinê bibe. Li Bakurê Sûriyeyê hê qadên ku nehatine azadkirin hene; ji bo wan jî name hatin şandin. Hate pêşniyarkirin ku tevlî xebatên federasyonê bibin. Hate xwestin ku meclîsên xwe ava bikin. Tevlîbûna wan wê ji bo berjewendiyên gelan be.

‘MIN FÊM KIR KU OCALAN JI BO GEL DIHIZIRE’

Nîqaşên sîstema Federal di nav gelê Ereb de çawa tê dîtin?

Nakokî û xebatên destpêkê yê sistema federalî dema li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir, tirs û şermokî hebû. Lê piştî naskirin û fêmkirinê tevlîbûn zêde bû. Li Bakurê Sûriyeyê qadên ku hatî rizgarkirin tevlîbûnên gelên Ereb zêde bû. Yên ku tevlî nebûyî, beşek kêm e, ê ku ji derve mayî jî yên ku pişta xwe didin derve ne. Niha gelê Ereb ên ku li Til Ebyadê dijîn beşeke zêde ji van xebat pejirandine. Niha li Til Ebyadê sê eşîrên mezin ên Ereban hene û hemû jî van xebatan pejirandine. Di dema DAÎŞ’ê de ez li derveyî welat bûm. Dema Girê Spî rizgar bû, bi kelecanek mezin ez hatim. Rejîma Sûriyeyê jî hêdî hêdî sîstema Bakurê Sûriyeyê dipejirîne. Tiştên ku li Sûriyeyê hatin avakirin berhemên gelên Sûriyeyê ne, ne yê dewletê ne; divê ev baş bê zanîn. Parastina tiştên çêbûyî erkên me ne. Em nikarin wek Artêşa Azad ya Sûriyeyê û wek DAÎŞ’ê nirxên xwe xirab bikin. Nirxekî mezin ê diroka mirovahiyê ku li vir hatî avakirin heye. Divê em van mîrasan biparêzin û li piya bigrin. Taybetmendiya herî giring ê sistema Federal, naskirina resenetî u li gorî wê diyarkirina nêzîkatiyêye. Sistemeke ku ji her beşê re, ji her gelî re û heta taybetmendiya her mirovî re rêzdar û ji bo jiyana azad û tevlibûna wan e. Min gelek felsefe xwend. Di milê felsefê de xebatên min û lêgerînên min hene, ji ber wê min Abdullah Ocalan jî xwend. Min fêm kir ku fikrên wî ji bo xwişktî û biratiya gelan e.

‘DI HEDEFA TIRKIYEYÊ DE BES DAGIRKIRIN HEYE’

Astengiyên ku li pêşiya Projeya Sistema Federal a Demokratîk çi ne?

Yên ku di vê mijarê de serî dikşînin Tirkiye û Îran e. Lewma ji ber ku di sînorên wan de jî pir gel dijîn naxwazin ku federasyon bi ser keve. Ji bo xwe wek tehloke dibînin. Tirkiye ji derveyî xwe, ji gel û dewletan re rêz nagire. Ji bo xirabiya wan dixebite. Heta teşebusa dagirkeriyê jî dike. Vê jî ji xwe re wek maf dibîne. Tirkiye kêmaniyek biçûk ên ku gelên Sûriyeyê temsil nake, lê weke ku gelên Sûriyeyê temsil dike dide nîşandan. Dixwaze bi kesên ku di bin kontrola wê de, Sûriyeyê dagir bikin. Gelên Sûriyeyê vê dagiriyê napejirînin. Dibêje, “li dijî DAÎŞ’ê şer dikim”, lê her kes dizane ku yê DAÎŞ’ê mezin dike û wan xwedî dike Tirkiye bi xwe ye. Tirkiye di bin navê DAÎŞ’ê de ket vir, lê ger DAÎŞ xilas bibe jî wê nexwaze ku ji vir derbikeve, wekî ku niha li Iraqê kiriye. Dibêjin Suniyên Iraqê, “me dixwazin” û bi vê hincetê dike, ev ne rast e. Ez jî Suniyek ê Sûriyeyê me. Şerê li dijî DAİŞ’ê bahane ye. Xwesteka bingehîn a Tirkiye, zindîkirina pêvajoya Osmanî ye. Xebatên ku Tirkiye li ser Mûsil û Helebê dimeşîne, dagirî ye. Em Ereb vê rewşê baş dizanin. Li Sûriyeyê hem xakê hem jî bi parçekirina gelan dixwazin bigihên armanca xwe. Em Erebên ku li Sûriyeyê dijîn vê dagirkeriyê û mudaxeleyên ku wê li ser projeya xwişk û biratiyê bê kirin, napejirînin.

...